HBDH: Ji bo Efrînê em bi rengê seferberiyê li ber xwe bidin

Komîteya Rêveber a HBDH'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bang li her kesî kir ku bi rengê seferberiyê her derê bikin qada berxwedanê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de hate gotin, "Êrîşên dewleta TC a dagirker û kolaîsyona AKP-MHP'ê yên ji bo dagirkirina Efrînê veguherîne şerê man û nemanê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dîktatoriya faşîst a ku digot 'em ê di nava sê saetan de Efrînê bi dest bixin' niha dibêje 'nikarim demekê eşkere bikim' û hate destnîşankirin ku bi bi dirêjbûna dema berxwedanê re tirs û fikarên faşîzmê jî mezintir dibin.

Komîteya Rêveber a HBDH'ê ji bo Efrînê got, "Efrîn diyarê gelan e ku bi rengekî azad lê dijîn. Ji bo gelê Kurd îradeya rêvebirin û bi rêxistinkirina jiyana azad e. Ev dema dîrokî bang li me hemû şoreşger, hêzên pêşverû û antî faşîst dike ku li dijî dagirkirina Efrînê bi hemû hêza têbikoşin. Efrîn bi hemû hêza xwe li ber xwe dide. Tîrêjên berxwedanê yên li gelemperiya cîhanê belav bûne bang li gelan, bindestan, karkeran, jin û ciwanan dikin ku bikevin nava liv û tevgerê."

Komîteya Rêveber destnîşan kir ku gelê Efrînê bi canfedane li dijî dagirkeriya faşîst şer dike û got, "Efrîn ne tenê ji bo azadî û statuya neteweyî ya Kurdan li ber xwe dide. Her wiha ji bo Sûriyeyeke demokratîk, ji bo azadî û rûmeta gelê Tirk ê kedkar jî li ber xwe dide."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rabûna li ber dagirkirina Efrînê tê wateya rabûna li ber desthilatdariyê û hate gotin, "Berxwedana Efrînê û rûmet û azadiya civaka Tirkiyeyê ya kedkar di zikhev de ne."

Komîteya Rêveber a HDBH'ê bang li her kesî kir ku bi rengê seferberiyê her derê bikin qadên berxwedanê û got, "Roj roja xwedîderketina li berxwedana Efrînê ye. Ew roj e ku em berxwedanê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê belav bikin."

HBDH'ê destnîşan kir ku serketina berxwedana Efrînê têkçûna dewleta TC a faşîst e û binketina hêzên emperyalîst û noker in ku Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê.