Sê jin, sê nifş, sê çîrokên Berxwedana Serdemê -2

Ji roja destpêkirina Berxwedana Serdemê ve li navçe û kolanên Efrînê dengê helbestvan Şîraz Hemo deng vedide.

Li merasîman, li çalakî û meşan, ji megafonê dengê Şîraz tê. Şîraz dibêje, "Felsefeya Rêber Apo mîna bayekî li her devera vî bajarî belav bû. Ya ku li bajêr deng vedide ev deng e."

Dewleta Tirk ku 20'ê Çileyê tevî komên xwe yên çete ji bo dagirkirina Efrînê dest bi êrîşê kir, ev 46 roj in bê navber bomberdûman û êrîşê dike. Lê belê Efrîniyên ku li dijî van êrîşan li ber xwe didin vê bersivê didin dagirkeran: "Ev der axa min e, bi ti cihî ve naçim."

Herî zêde jin vê gotinê dibêjin. Bi wesîleya 8'ê Adarê me vê carê berê xwe dan helbestvan Şîraz Hamo ku ji roja destpêkê ya Berxwedana Serdemê ve megafon di destan de ye û li kolan û navçeyên Efrînê bûye dengê berxwedanê. Bi gotina wê, bi "Dengê ji ax û dîrokê tê" her tim tevlî merasîman, çalakiyan û meşan dibe.

JI 11 SALÎ VE HELBESTAN DINIVÎSÎNE

Şîraz 41 salî ye, 5 zarokên wê hene, ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ye. Ji 11 salî ve helbest û gotaran dinivîsîne. Bi Şoreşa Rojava re cihê xwe di nava Saziya Çand û Hunerê de girt û hê jî bi vê erka xwe radibe. Şîraz dibêje, "Di nava şoreşa me de cih ji her kesî re heye. Çi karî dike bila bike, saziyek heye ku karibe tê de cih bigire. Ez jî helbestvan û nivîskarek im. Bi şoreşê re min cihê xwe di nava saziya çand û hunerê de girt."

BERSIVA JI BO PIRSA 'DIVÊ MIROV ÇAWA BIJÎ?' BERXWEDAN E

Di nava helbestê wê de bi giranî berxwedan, jiyan û têkoşîna jinê tên dîtin. Destnîşan dike ku ew ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dike, li bersiva pirsa 'Divê mirov çawa bijî?' digeriya û gihîştiye wê baweriyê ku bersiva îro ya ji bo vê pirsê jî 'berxwedan' e.

Şîraz diyar kir, her kes bi taybetî jî jin ji bo mohra xwe li dîrokê bixin û mîrateyê ji zarokên xwe re bihêjin bê dudilî têdikoşin û got, "Jin, mêr, zarok, extiyar em hemû di seferberiyê de ne. Em hewl didin bibin beşek ji vê berxwedanê. Her mirov bê dudilî ji bo welatê xwe ye, ji bo axa xwe ye, ji bo paşeroja xwe ye. Her mirov parezvanê vê şoreşê ye, ji bo vê berxwedanê ye. Em ji bo şehîdên xwe, ji bo şoreş û gelê xwe, ji bo rêveberiya xwe ya xweser, ji bo paşeroja sîstema xwe bê dudilî li ber xwe didin. Ji bilî berxwedanê rêyeke din li ber me jinan nîne."

'EV DENG NE DENGÊ MIN E, DENGÊ DÎROKÊ Û YÊ ÎRO YE'

Em pirsa, "Ji roja destpêkirina şoreşê ve hûn li kolanan e û dibin dengê şoreşê. Ev deng ji ku tê?' li Şîraz dikin. Ew jî vê bersivê dide: "Jiyana me di nava darên zeytûnê de bi bêhna axê derbas bû. Em bi her bihosta vê axê zanin. Raperîna jineke Efrînê ya li ber siya dara zeytûnê mezin bûye, dibe qîrînek. Dengê me dengê Nebî Hûrî ye. Ya rast ew deng ne dengê min e, dengê dîrok û xwezayê ye. Dengê raperîn û berxwedana wan e."

'PÊWÎSTÎ PÊ ÇÊBÛ EM Ê RAHÊJIN ÇEKÊ Û BERÊ XWE BIDIN ENIYÊ'

Şîraz got, "Em îro bi dengê xwe tevlî berxwedanê dibin, roj bê em ê rahêjin çekê û berê xwe bidin eniya parastinê" û wiha dewam kir: "Ev yek deyneke li ser milê me ye û em ê bi cih bînin. Dilsoziyeke bi vî rengî xurt heye. Me Kurdan gelek tiştên xweş dît û jiya. Ev yek bedewiya vê têkoşînê bû. Yek ji aliyê herî bedew û gelê bedew ew e ku di nava her şert û mercî de daxwaza azadiyê dike. Eger îro Efrîn bi xurtî li ber xwe dide, sedma vê yekê ew e ku felsefeya Rêbertî zû nas kir. Felsefeya Rêber Apo mîna bayekî li çar aliyên vî bajarî belav bû. Em îlhamê ji vê nêrîn û felsefeyê digirin... Ya ku li nava bajêr deng vedide ev deng e."

'KURD BI DILSOZIYA BI AXÊ RE LI BER XWE DIDIN'

Bi berxwedanê re di demekê de ku her kesî berê xwe dida bajêr, Şîraz vegeriya gundê xwe. Di vê derbarê de jî wiha got, "Dema jinek zarokekî tîne dinyayê dibêje, 'çi dibe bila bibe ez ê vî zarokî mezin bikim'. Jinên Kurd jî dema keç, ya jî kurê wê şehîd dibe dibêje 'ez ê çeka wê/î li erdê nehêlim'. Cih û warê me Kurdan gund e, ax e. Ji ber vê yekê em bi dilsoziya xwe ya bi axê re li ber xwe didin."

'CIHÊ KU 8'Ê ADARÊ LÊ WATEDAR E: EFRÎN'

Şîraz herî dawî li ser 8'ê Adarê axivî û destnîşan kir ku 8'ê Adarê îsal li Efrînê watedar bûye û veguheriye cejna berxwedanê. Şîraz got, "8'ê Adarê îsal bi Berxwedana Serdemê re gihîşt wateya xwe ya rasteqîn. 8'ê Adarê rojeke pîroz a ruhê lehengiyê yê jinan e. Ya ku îro li Efrînê der bûye, ruhê lehengiyê yê jinan e. Her 8'ê Adarê em dadikevin qdaan û dibêjin cejna jinan e. Belê cejn e, lê bi Efrînê re veguherî cejna berxwedanê. 8'ê Adarê li Efrînê watedar bû. Bi ruhê berxwedana Efrînê 8'ê Adarê wê îsal li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê watedar bibe."

SIBE: Şervana YPJ'ê Çîçek Dolê ku di Berxwedana Kobanê de birîndar bû û niha bi okjektîfa xwe qala Berxwedana Serdemê dike.