Dagirkeran bombe li navenda bajarê Efrînê barandin
Hêzên Tirk ên dagirker bombe li navenda bajarê Efrînê barandin ku bi sed hezaran mirov lê dijîn.
Hêzên Tirk ên dagirker bombe li navenda bajarê Efrînê barandin ku bi sed hezaran mirov lê dijîn.
Tê gotin, ji ber vê bomberdûmanê hin kes birîndar bûne, lê agahiyeke zelal bi dest neket.
Dewleta Tirk ji 20'ê Çileyê ve hewl dide Efrînê dagir bike. Bi vê armancê bi rêk û pêk êrîşî sivîlan û binesaziya bajêr dike. Heta niha bi sedan sivîlî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan ji wan zarok in.