Osman: Em pîrozbahiyên 8'ê Adarê diyarî jinên li Efrînê dikin

Berdevka TJK-E Dilşa Osman destnîşan kir ku wê pîrozbahiyên îsal ên 8'ê Adarê diyarî jinên berxwedêr ên li Efrînê bikin û got, "Em bang li jinan dikin ku bi ruhê berxwedana Efrînê dakevin qadan."

Berdevka TJK-E Dilşa Osman got, wê çalakiyên xwe diyarî jinên berxwedêr ên li Efrînê bikin û ji bo çalakiyên 8'ê Adarê banga tevlîbûnê kir.

'JIN WÊ TESLÎM NEBIN'

Berdevka Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Dilşa Osman bi bîr xist ku ew her sal 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û got, "Lê belê wateya pîrozbahiyên îsal ji bo me gelekî cuda ye. Ji ber ku îsal li Efrînê berxwedaneke bê hempa ya civakê bi taybetî ya jinan heye. Li ser bingeha vê berxwedanê jinên Kurd, Asûrî-Suryanî, Ermenî û jinên ji neteweyên cuda yên li Ewropa û gelemperiya cîhanê, bi xurtî têdikoşin. Ev yek di çalakî û xwepêşandanan de tê dîtin. Di bingeha vê de berxwedana li Efrînê heye. Ji ber ku berxwedana li Efrînê gihîştiye asteke bilind. AKP û nûnerê sîstema baviksalarî Erdogan êrîşî sîstema demokratîk û azadîparêz dikin. Ev êrîşên ku li civakê û nirxên jinê tên kirin wê bê bersiv nemînin. Di felsefeya jinan de teslîmiyet nîne. Ev yek 35 sal in gelek caran ispat bûye. Ji roja destpêkê ve ev xeta berxwedanê dewam dike. Ev xeta ku li Kobanê, Sûr û Cizîrê derket asta herî bilind îro li Efrînê gihîştiye lûtkeyê. Ji vê xetê ti carî veger nîne."

'BILA HER KES BIBE BEŞEK JI VÊ BERXWEDANÊ'

Osman got, "Pîrozbahiyên jinên Kurd ên li Kurdistanê û çar aliyên cîhanê wê diyarî Efrînê werin kirin" û wiha dewam kir: "Li ku dibe bila bibe têkoşîna me wê dewam bike. Li 48 bajarên Elmanyayê û li 37 herêmên cuda yên welatên din wê pîrozbahî bên lidarxistin. Meş, çalakî, xwepêşandan, civîn wê bên organîzekirin. Pîrozbahiyên îsal ji bo me gelekî cuda ne. Ji ber ku berxwedan û têkoşîna me ya îsal wê diyarî jinên berxwedêr ên li Efrînê werin. Lewma em bang li jinên Kurd û jinên enternasyonalîst dikin ku dakevin qadan û bibin beşek ji vê berxwedanê."