Wekîlên Fransî: Divê em bibin besiva banga Efrînê
Sîyasetmedarên jin ên Fransî, bi armanca bibin besiva kampanyaya navneteweyî ya “Jin ji bo Efrînê li ser lingan e” ku Kongreya Star dabû destpêkirin, li parlemetoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Sîyasetmedarên jin ên Fransî, bi armanca bibin besiva kampanyaya navneteweyî ya “Jin ji bo Efrînê li ser lingan e” ku Kongreya Star dabû destpêkirin, li parlemetoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Siyasetmedarên Fransî yê ku bi armanca piştgirîkirina kampanyaya navneteweyî YA Kongreya Star a “Jin ji bo Efrînê li ser lingan e” ya dabû destpêkirin, li Parlemetoya Fransa daxuyaniyek dan çapemeniyê ev peyam dan: “Kurd li dijî DAIŞ’ê mutefîkên me ne, divê hikûmeta Fransa li dijî êrîşan bêdeng nemîne.”
Di cîvînê de çapemeniyê de ji Partiya Komunîst a Fransa Haût de Seîne Parlemeter Elsa Faûcîllon, Hevseroka Komeleya Fransa-Kurdistan Sylvîe Jan, Koma Komara demokrat Seîne Saînt-Denîs Parlemeter Marîe George Bûffet, parlemetera Koma Domara Demokratîk û endamê Komîsyona Karê Derve ya Herêma Seîne Marîtîme Jean-Paûl Lecoq, Endama Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî Nûrsel Kiliç amade bûn.
‘JIN LI ENIYÊN HERÎ PÊŞ LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞER DIKIN’
Daxuyanî ji aliyê parlemeter Elsa Faûcîllon ve hate dayîn. Faûcîllon wiha got: “Yek ji hêza ku li dijî DAIŞ’ê şer dikin jinên Kurd in, îro heman jin li Efrînê li ber xwe didin. Ev jinên di têkoşîna azadiya jinê de dibin sembol her roj ji bo pêşî li qetlamên li ser sivîlan tê kirin asteng bikin, li ber xwe didin. Kurd li dijî DAIŞ’ê mutefîkên me ne, divê hikûmeta Fransa bi dengekî bilind vê yekê bîne ziman û helwest nîşan bide.
‘DIVÊ HEYETEKE ÇAVDÊRIYÊ BÊ ŞANDIN’
Nûrsel kiliç jî axivî û bal kişand ser Berxwedana Serdemê ya roja 47’an û got: “Agirbesta ku ji aliyê NY’yê ve bi piraniya dengan hate erêkirin, li ber çavê hemû cîhanê Tirkiye ev yek îxlal kir. Jinên Kurd modeleke civakî ya nû ava dikin û vê yekê bi canê xwe li Efrînê li dijî sîstemê şer dikin. Duh li Cindirês 4 jê zarok 15 sivîl hatin qetilkirin. Ev rewş her ku diçe xedar dibe. Ez bang dikim ku Meclîsa Fransa heyeteke çavdêriyê bişîne.”
‘BI SERKETINA WIJDANA NAVNETEWEYÎ, JI BO AŞTIYÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’
HEvseroka Komeleya Franse Kurdistan Sylvîe Jan jî destnîşan kir ku hêviya Efrînê bi piştgiriya navneteweyî re derbas dibe. Cîhan an wê rê bide şerê Erdogan ê sivîlan qetil dike yan jî wê rê bide wijdana navneteweyî ya bi serkeve, ji bo aştiyê bikevin nava tevgerê. Tevgera li Fransa tê wateya domkirina jiyana li Efrînê.
‘HIKÛMETA FRASNSA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ NEBE DIVÊ ÎSTÎFA BIKE’
Parlementer Marîe Georges Buffet jî wiha axivî: “Divê zextên polîtîkî ên li ser Fransayê bên rêxistin kirin. Hikûmeta me heger li dijî faşîzma Erdogan nebe divê îstîfa bike. Divê em di mijara mafê mirovan de berpirsyartî bigirîn, li ser banga heyetê divê em kar bikîn, çûna me ya Efînê girînge.”
Buffet wiha got: Di heman demê de li Rojhilata Navîn sîstema ku di bin rêveberiya jinê de reng girtî ji bo hemû jinên cîhanê Şoreşe. “Di erafeta 8’ê Adarê de dilê me li gel jinên Efînê ye.”
‘AMADEME Lİ GEL HEYETÊ BİÇİM’
Parlementer Jean-Paul Lecoq, wê cîhan li hemberî vê rewşê bêdeng nemîne û wiha got: “Berxwedana ji bo Efrînê berxwedana ji bo aşitîya cihanê ye. Em di gelek berxwedana de hatin gel Kurdan, ez amademe di nava heyeta çavdêr de cih bigirim”