Li Colemêrgê qeyûm di bin berfê de maye

Li Colemêrgê berfa ewil a salê navenda bajêr betal kir. Ji ber ku qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê desteser kiriye tu kar nekiriye bû sedema bertekan.

Qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê ya HDP’ê desteser kiriye, bi salan e tu xizmet ji gelê Colemêrgê re nekiriye, hemû derfetên şaredariyê pêşkêşî AKP’yiyan, leşker û polîsan kiriye. Piştî Şaredariya Colemêrgê ji aliyê qeyûm ve hate desteserkirin, şaredarî ket bin deynan. Qeyûmê ku bi qasî 8 sal in ti xizmet nekiriye, dema berf li navenda bajêr bariya, gel bi çarenûsa xwe bi tenê hişt.

Bi barîna berfê re navenda bajar, tax, kolanên sereke û kolanên kêlekê bi temamî hatin girtin. Bi girtina rêyan re gel ji malên xwe derneketin, wesayit nekarî tevbigerin. Li gel ku ji ber berfê gel di malên xwe de girtî ma jî ji ber ku Şaredariya Colemêrgê tu kar nekiriye bû sedema bertekan. Ji ber ku rê rojekê hatin girtin, gelek kes nikarîbûn kargehên xwe vekin an jî biçin kar.

GEL BÛYE MEXDÛRÊ QEYÛM

Bi helîna berfê re hema li hemû kuçe û rêyan hewz û çal çêbûn û rê jî veguherî deryaya heriyê. Barîna berfê ne tenê bandoreke neyînî li navenda bajêr kir. Rêyên 160 gundên girêdayî Colemêrgê ji ber barîna berfê bi rojan girtî man.

Qeyûmê Colemêrgê ku xizmetê ji gel re qut kiriye, hema her roj tevlî merasîmên AKP û MHP'yiyên tên bajêr dibe û butçeya şaredariyê li wir xerc dike.