YRK’ê derbarê êrişa li ser Asosê daxuyanî da
Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa 2’ê Kanûnê ya li ser hêrêma Asosê şermezar kir û ragihand ku tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa 2’ê Kanûnê ya li ser hêrêma Asosê şermezar kir û ragihand ku tiştek bi hêzên wan nehatiye.
Daxuyaniya YRK’ê wiha ye:
“Di 2’ê Kanûnê de li ser herêma Asosê ya girêdayî navçeya Şarbajêr balafirên keşfê geriyane. Di saetên di navbera 11.30 û 12:00’an de dema ku gundî ji bo komkirina giyayên payîzê diçin eraziyê çar caran dibin hedefa balafirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker. Di vê êrîşê de tiştek bi hêzên me nehatiye. Lê di encama êrîşê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 5 welatî jî birîndar bûn.
Di encama wan êrîşan de her tim bax û baxçeyên gundiyan dibin hedef û zirarê dibînin. Dîsa di êrîşa li ser Asosê de hat dîtin ku dewleta Tirk a dagirker çawa bi awayekî hovane sivîlan qetil dike. Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ji bo ev qetlîama ku li ser sivîlan ji aliyê dewlet Tirk a dagirker ve pêk hatiye xemgîn in. Em bûyerên bi vî rengî ku li ser gelê me pêk tê şermezar dikin. Tê xuyakirin her ku dewleta Tirk a dagirker têk diçe êrîşên xwe li ser gel hîn zêdetir dike. Divê gelê me bizanibe ku armanca dewleta dagirker tunekirina gelê Kurd e.
Em Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ji malbata Azîz Mihemed Resûl ê ku ji gundê Qamiş e sersaxiyê dixwazin û ji birîndarên bi navê Mihemed Qadir Axa, Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resûl û Salih Qadir şîfaya xêrê dixwazin.
Carake din em bang li gelê xwe û kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî êrîşên bi vî rengî xwedî helwest bin.”