Heyva Sor a Kurdistanê: Gûney bi fedakarî xebat dikir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo kedkarê xwe Xelîl Gûney (64) ku bi salan li Hambûrg û derdora wê di nava xebatên saziyê de cih digirt, peyama sersaxiyê weşand.

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo kedkarê xwe Xelîl Gûney (64) ku bi salan li Hambûrg û derdora wê di nava xebatên saziyê de cih digirt, peyama sersaxiyê weşand û got ku Guney bi ruheh fedakar, salên dirêj xebat dimeşand.

Peyama sersaxiyê wiha ye:

“Me weke rêveberiya Heyva Sor, bi xemginiyek mezin koça dawî ya kedkarê xwe yê hêja Xelîl Gûney bihîst. Gûney bi armanca xwedîderketina kesên mexdûr û muhtac, bi ruhekî fedakar salên dirêj xebatên saziya me kir.

Ked û fedakarîya wî ti car nayê jibîrkirin. Em weke rêveberiya Heyva sor, ji malbata Xelîl Gûney û ji gelê Kurd re sersaxîyê dixwazin.

Xelîl Gûney ji gundê Qulundere yê Karakoçanê (Dep) e, cenazeyê Xelîl Gûney li morga Stadeyê hat ragirtin û wê roja Duşemê li Îzmîr Alîagayê li cem dê û bavê wî bê veşartin.