Di Nobeta Edaletê de bal kişandin ser êşkenceya li ser girtiyan

Di Nobeta Edaletê ya malbaten girtiyan de, malbatan bal kişandin ser êşkenceya li ser girtiyan.

Ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan, malbatên girtiyan li Amedê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 380’an de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî piştgirî dan çalakiya malbatan.

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Reşahat Ada axivî û diyar kir dewlet ji bo ku qanûnên xwe pêk bîne ew vê çalakiyê dikin û got “Girtiyên ku ev 30 sal in di girtîgehê de li gel ku cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Çawa ku wan 30 salan li ber xwe dan, em ê jî li ber xwe bidin. Her wiha girtiyên nexweş bi destkelemçekirî dibin nexweşxaneyê û bi wî awayî tên tedawîkirin. Ev çi wijdan e ku nexweşên destê wan di kelepçeyan de tedawî bikin. Em li maf, hiqûq û edaletê digerin. Heke li welatekî edalet nebe, li wî welatî jiyan jî nabe. Daxwaza me, edalet e. Bes e êdî ji vê zilmê re.” 

Bi domdarî Ada xwest ku partiyên siyasî piştgiriyê bidin çalakiya wan û wiha bi dawî kir: “Bila xwedî li rapora ku me daye wan derkevin. Êdî bes e. Li hêla din ez ji ber têkoşîna xwe didin, dayikên li Stenbolê pîroz dikim û bejna xwe li ber wan ditewînim.” 

Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.