Li Cûdî û Sîdayê derb li dagirkeran hate xistin

Li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Sîdayê bi çekên giran derb li leşkerên Tirk ên dagirker hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi balafirên şer, 30 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

1'ê Kanûnê saet di 09:30, 10:30 û 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

1'ê Kanûnê saet di navbera 08:00 û 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran 3 caran derb li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

1'ê Kanûnê zeviyê Gundê Bêpala yê Qendîlê û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

1'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Saca û Kurojahro bi helîkopterên êrîşê 30 caran hatin bombekirin.

1'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM'ê, Girê Şehîd Heqî û Girê Şehîd Kamûran, her wiha Geliyê Lolanê yê Xakurkê bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."