Ji bo Şehîd Alkan konê sersaxiyê hat danîn

Ji bo gerîlaya YJA Star’ê Medya Ozgur (Havva Alkan) a ku li Zapê şehîd bû, konê sersaxiyê hat danîn.

Ji bo gerîlaya Yekîneyên Jinên Azad (YJA-Star) Medya Ozgur (Havva Alkan) a ku 25’ê Mijdarê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de şehîd bû, ji aliyê malbata wê ve li Mala Şînê ya Farqîniyan a li navçeya Rezan a Amedê konê sersaxiyê hat danîn. Komeleya Yekîtî û Çandê ya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TÛAY-DER), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya 78’yiyan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi girseyî tevlî bûn.

Şîn, bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê destpê kir. Endama MEBYA-DER’ê ya Amedê Meryem Soylû, sersaxî ji malbatê re xwest. Piştre Ganî Alkan ê apê şehîdê spasiya beşdaran kir.

Piştî axaftinan dua hatin kirin. Wê şîn sê rojan dewam bike.