Şehîd Delîl Botan li Şengalê hat bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Delîl Botan ku di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bû, li Şengalê bi merasîmekê hate bibîranin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xelkê Şengalê yê bi navê Delîl Botan ( Xalid Naîf) eşkere kiribû.

Li ber mala malbata gerîlayê HPG’ê Delîl Botan ku li gundê Medîban ê Şengalê ye konê sersaxiyê hate vedan.

Bi sedan gelê Êzidî û Ereb serdana kon kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Merasîmê bi deqîyek rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha piştî rêzgirtinê ji bo şehîd mûm hate pêxistin û axaftin hatin kirin.

Di serî de bavê şehîd Delîl Botan, Naif Eltayî axivî û da diyar kirin ku ew bi şahadeta kurê xwe serbilind in û got: “Em spasiya tevahiya gelê xwe dikin ku ji pêkhateyên Ereb û Êzidî li şehîdê xwe xwedî derketine. Şehîd Delîl ne tenê şehîdê me ye, ji bo jiyaneke azad canê xwe feda kiriye.”

Her wiha ji aliyê Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Şengalê Hemde Bişar ve şehadetnameya şehîd radestî malbatê hate kirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Hisên Şengalî, Hevserokê Meclisa Gundên Ereb Ebû Seqer û ji fermandariya YBŞ’ê ya herêmê Xelîl Ereb axivîn û soza pêkanîna xeyalên şehîdan dan.

Herî dawî li ser kesayetiya Şehîd Delîl Botan sînevizyonek hate nîşandan.