Şêniyê Mexmûrê meşiyan: Divê CPT peywira xwe bi cih bîne

Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd meşiyan û ev bang li CPT kirin: “Di derbarê Rêbertî de agahiyên rast bidin me.”

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Girse di saet 14.00’an de li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan hat ba hev û ji vir heta Parka 4’ê Nîsanê ya Rêberê Gelê Kurd, meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Girseyê bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmralî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Kesek nikare roja me tarî bike” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Girseya ku gihişt li ber Parka 4’ê Nîsanê ya Rêberê Gelê Kurd, li vir ji bo bîranîna hemû Cangoriyên Azadiyê deqîqeyek3e rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Bedran Pîranî li ser armanca meşê axivî.

Pîranî diyar kir ku ew ji bo nîşandana bertekên xwe yên li dijî tecrîda li Îmraliyê, hatine Parka 4’ê Nîsanê û wiha pêde çû: “Wek tê zanîn beriya du mehan, CPT’ê nûçeyek belav kir ku li Îmraliyê bi Rêbertî re hevdîtin kirine. Piştre nûçeyek din hate weşandin, em şêniyên Mexmûrê bi guman in gelo CPT’ê hevdîtin bi Rêbertî re kiriye, yan nekiriye? Gelo Rewşa tenduristiya Rêbertî di cih de ye, yan na? Dewleta Tirk a ku li Îmraliyê tecrîdê dimeşîne, CPT jî kiriye hevkarê xwe yê vê êşkenceyê. Dewleta Tirk îro li her çar parçeyên Kurdistanê, li dijî gelê me û gerîlayên me êrîşên dermirovî dide meşandin. Em bang li CPT a ku navê xwe kiriye pêşîgirtina li êşkenceyê dikin ku bila peywira xwe bi cih bîne û di derbarê Rêbertî de agahiyên rast bidin me.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Berxwedana gerîla” bi dawî bû.