Fermandarê Cenga Heftanînê: Bargiran Erkendî

Fermandar Bargiran Erkendî ku di nava 17 salên gerîlatiyê de ji Xakurkê heta bi Garê, ji Mexmûrê heta Heftanînê li gelek qadan bi biryar û wêrekî şer kir, mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hişt.

Hasan Guner bi nasnav Bargiran Erkendî, li gundê Erkendî yê herêma Garisa ya Botanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber zextên dijmin ên li ser welatparêzên Kurdistanê, malbata Bargiran Erkendî neçar ma koçî Edeneyê bike. Li gel zext û zordariyê jî ti carî dest ji çand û welatparêziya xwe berneda. Gerîla Bargiran li nava malbateke bi vî rengî mezin bû û hîn di zarokatiyê de zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dît, li hemberî vê yekê serî hilda.

Bargiran di 14 salî de hate girtin û piştî ji zindanê hate berdan, têkoşîna xwe dewam kir, lewma careke din ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin. Vê carê piştî ku hate berdan yekser berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2004'an de tevlî nava refên gerîla bû. Bargiran ku di her gavê de hêrsa wî ya li dijî dijmin mezin bû, êşa gelê xwe di dilê xwe de hîs kir. Ji ber vê yekê dagirkirina welat û axa xwe ti carî qebûl nekir. Êşa bi hezaran salî hilda ser milê xwe û dest bi meşa azadiyê kir. Zanîbû ku ev bar barekî giran e.

JI BO JIYANEKE AZAD HER TIŞTÊN XWE FEDA KIR

Ji Xakurkê heta bi Garê, di dema êrîşên faşîzma DAÎŞ'ê de ji rizgarkirina gelek qadên Kurdistanê heta bi Cenga Heftanînê bû fermandarekî wêrek û bi biryar ku li refên herî pêş şer kir. Gerîla Bargiran namzetê fermandariya serdema serketinê bû. Li Xakurkê, Garê, Mexmûr, Metîna û Heftanînê pratîka serketî meşand û hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bir, li ser xeta Apoyî têkoşiya.

Fermandar Bargiran di nava 17 salên gerîlatiya xwe de her tim bi ruhê fedaî, bi coşa şoreşgerî bênavber têkoşiya û her kêliya jiyana xwe vala derbas nekir. Ji bo jiyaneke azad her tiştên xwe feda kiribû. Bargiran gav bi gav li her devera Heftanînê geriya, bû yek ji fermandarên mezin ên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê. Da ser şopa Reşîd Serdar ku digot 'Em ê siya dijmin jî li ser vê xakê nehêlin' û bi ruhê xwe yê têkoşînê, şervanî û sekna xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Fermandar Bargiran ku bi xurtî bi pîvana 'gerîlatiya 24 saetan ya 24 saetan bi Rêbertî re' girêdayî bû. Li pey xwe mîrateyeke mezin a têkoşînê hişt û 20'ê Tebaxa 2020'î şehîd bû.