Li Amedê Yekîneyên Tolhildanê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek li dar xist

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Têkoşer Dijwar li Amedê li dijî wesayîta polîsan çalakiyek li dar xist.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Têkoşer Dijwar li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Ûral a li taxa Şilbe ya Yenîşehîrê ya Amedê dewriye digerand, bi molotof û EYP'ê çalakiyek li dar xist.

Di daxuyaniya der barê çalakiyê de hat gotin, "Polîsên Tirk ên faşîst ketine panîkê û bi gule li derdorê reşandin. Di encama çalakiyê de yekîneyên me bi selametî ji qada çalakiyê derketin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Rewşa şer a li Kurdistanê wê li her derê were hîskirin û dengê wê li her derê were bihîstin.

Wezîfeya me ye ku em bi gerîlayên xwe yên azadiyê re bibin yek û hemû bajaran veguherînin qadên çalakiyan.

Heta ku cih û warek nemîne ku dewleta Tirk a faşîst xwe lê rehet hîs bike, em ê berxwedana xwe bênavber bidomînin. Em ê hem bersivê bidin êrîşên kîmyewî yên li dijî gerîlayê me yê azadiyê, hem tecrîda giran a li ser Rêbertî û hem jî bi zêdekirina çalakiyên xwe re em ê bersivê bidin dagirkerên TC'ê yên faşîst.

Em ê ne îro ne jî sibe dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê hesta xwe ya tolhildanê her tim zindî bihêlin. Çawa ku PKK’ê weke tevgereke tolhildanê derketiye holê, em ê her tim vê fikrê bidomînin. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwan û gelê xwe dikin ku di vê têkoşînê de bi me re bin.”