Cenazeyê Resûl ê ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûbû hate veşartin

Azîz Mûhammed Resûl ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li gundê Qeşanê hate veşartin.

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker duh li nêzî çiyayê Asos ya li gundê Gelale ya ser bi bajaroka Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê, komek sivîl bombebaran kiribû. Di bombebaranê de welatiyê bi navê Ezîz Mihemed Resûl jiyana xwe ji dest dabû û 5 welatiyên din jî birîndar bûn.

Pitşî bûyerê ji ber liv û tevgera balafirên dewleta Tirk, welatiyan nedikarî xwe bigihînin cihê bûyerê. Piştî zêdetirî 6 saetan, xelkê gund xwe gihand cihê bûyerê û welatiyê jiyana xwe ji destdayî û yên birîndar bûyîn, rakirin nexweşxaneyê. Duh derengiya şevê piştî kar û barên olî, cenazeyê Ezîz Mihemed, li gundê Qeşan ya ser bi bajarokê Şarbajêr spartin axê.

Di êrîşê de Mihemed Qadir Axa, Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resul, Salih Qadir birîndar bûbûn.