Li Amedê li dijî tecrîd û dagirkeriyê civîneke awarte hate lidarxistin

Li Amedê partî û saziyan li dijî tecrîda Îmraliyê û êrîşên dagirker civîneke awarte lidarxistin û gotin “Divê Abdullah Ocalan azad bibe.”

DTK, TJA, DBP, HDP, MED TUHAD-FED, OHD û Dayikên Aştiyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîda li Îmraliyê civîneke awarte li dar xistin. Piştî civînê nûnerên saziyan civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz, Hevseroka DBP û Parlementera Amedê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê KCD'ê û Parlementerê Agiriyê Berdan Ozturk û Parlementerê Amedê Îmam Taşçier beşdarî daxuyaniyê bûn.

Aydenîz di daxuyaniyê de ev tişt got “Du roj berê Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku CPT çûye Girtîgeha Îmraliyê û bi rêzdar Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye. Ji ber ku CPT’ê piştî vê hevdîtina di 20'ê Îlonê de pêk hat daxuyanî neda, ligel ku Girtîgeha Îmraliyê di bin berpirsyariya CPT'ê de bû û derbarê pêknehatina hevdîtinê tu daxuyanî belav nekiriye, van tiştan fikarên me zêdetir kiriye. 20 meh in ku bi rêzdar Abdullah Ocalan re tu têkilî pêk nehatiye. Pergala tecrîdê ya li ser rêzdar Abdullah Ocalan ev 20 meh in ne sînorkirî ye, ji sala 1999’an vir ve bi awayekî sîstematîk êşkence û tecrîd heye. Ev tecrîd her roj girantir û kûrtir dibe. Ev tecrîd nîşana vê yekê ye ku ev hikûmet û dewlet bi tecrîda li ser Îmraliyê çawa nêzî Kurd û jinan dibe.

TECRÎD ÎRO LI HER QADA JIYANÊ BELAV BÛYE

Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe, ev şer, komkujî, mirin û operasyonên dersînorî weke operasyonên siyasî yên li hundirê sînor ên li dijî gelê Kurd dewam dikin. Binpêkirinên mafan ên îro li girtîgehan, bernedana girtiyên ku cezayê wan qediyaye, hemû rasterast bi vê tecrîdê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê divê pergala tecrîdê ya ku li Îmraliyê dest pê kir û îro di her qada jiyanê de berdewam dike, di zûtirîn demê de bê rakirin û rêzdar Abdullah Ocalan azad bibe.

Divê agahiyên civîna CPT’ê ya 20'ê Îlonê de kiriye, di zûtirîn demê de were eşkerekirin. Ger rêzdar Abdullah Ocalan hevdîtina CPT’yê qebûl nekiribe, bi rastî ev yek nîşaneya giraniya bûyerê ye. Birêz Abdullah Ocalan saziyek wek CPT red kir û weke ku tê zanîn di pêwendiya telefonê ya bi birayê xwe re jî rêzdar Ocalan banga cîddîbûnê li dewletê kiribû.  Gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî gelê Kurd nikarin tehamulî vê bêcîddiyetê bikin.

TU ALIYÊN HIQÛQÎ YÊN TECRÎDÊ TUNE

Bi taybetî ez dixwazim bêjim ku civîna ku dê van fikarên civakê çareser bike divê di zûtirîn demê de pêk were. Ligel vê tecrîdê rastiyeke şer a kûrtir heye. Divê bê gotin ku hikûmetê bi tecrîdê re polîtîkayên şer û qetlîamê veguherandiye şêwazê rêveberiyê da ku li girtîgehan û li her derê jiyana xwe bidomîne. Nêzîkatiya li Îmraliyê îro nêzîkatiyeke ku hem encamên wê yên hiqûqî, hem siyasî û hem jî civakî heye. Ev welat xwedî makezagon û qanûn e, lê pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin, rewşeke ku ji hiqûqê derbas dibe, ji siyasetê wêdetir e, ji wijdan û exlaqê derdikeve.

Birêz Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Kesayetiyek e ku bi milyonan kes wî weke rêber pênase dikin û ji bo azadiya rêzdar Abdullah Ocalan bi mîlyonan kes çalakiyan li dar dixe.

Muxatabê çareseriya mutleq a pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e. Em diyar dikin ku rêzdar Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û avakirina azadiyê pêdivî bi wî heye û em di her firsendê de dibêjin ku divê di zûtirîn demê de azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêk were.

EM DIXWAZIN BIÇIN ÎMRALIYÊ

Beriya niha hevserokên HDP’ê ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn. Daxwaza me heye ku em bi 3 hevalên xwe yên parlamenter re bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku eger bi rêzdar Ocalan re bingehek diyalog û muzakereyê bê avakirin wê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Birêz Ocalan ji bo gelek qeyranan û pirsgirêka Kurd xwedî rêyên çareseriyê ye. Em ji vê bawer dikin. Divê di zûtirîn demê de bersiva serlêdanên me bê dayîn. Em bi zelalî dixwazin bibêjin ku bêyî azadiya rêzdar Ocalan gel azad nabe û demokrasî nikare were Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ez bang li her kesî dikim ku li hemberî vê rewşê hestiyar bin.

Em der barê tenduristiya Ocalan de tiştekî nizanin. Tenduristî û ewlehiya Ocalan mijareke ku ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn mijareke cîddî ye. Bêguman fikarên me hene. Pirsgirêka rastî tecrîdê ye ku ji tenduristiyê wêdetir e, kûrbûna şer polîtîkaya komkujî û dagirkeriyê ye divê ev pergala tecrîdê bê rakirin.”