Şevger: Em di vê riyê de heya dawî bi gelê xwe re ne

Endamê Fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger diyar kir ku divê civak rêya demokratîk esas bigre û got, “Em di vê rêyê de heya dawî bi gelê xwe re ne, bila kes ji siyaseta qirêj ya derdor bawer neke, em bi civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ne.”

Endamê fermandariya YRK’ê Şiyar Şevger derbarê salvegera Tevgera Azadiyê û pêşketinên serhildanên di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de nirxandinên girîng kir.

Şiyar Şevger di destpêka axaftinê xwe de sala nû ya damezrandina tevgera azadiyê di serî de li Rêber Apo û li gelê Kurdistanê yên qehreman pîroz kir û wiha got: “Me 44 saliya Tevgera Azadiyê li pey xwe hişt û em dikevin 45’emîn sala Tevgera Azadiyê. Di vê têkoşînê de em bi hêvî û bawerî dimeşin. Em bejna xwe li hember şehîdên şoreşê ku ji bo jiyaneke wekhev, azad canê xwe dane ditewînin. Ev têkoşîn di vê sedsala ku em tê de jiyan dikin ji bo gelên li Rojhilata Navîn hêvî û baweriyeke mezin daye avakirin. “

Fermandar Şevger îşaret bi bandora Tevgera Azadiyê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir û got: “Çawa ku dijminê welatê me digotin, gelê Kurd nîne yên hebin jî encex xwe înkar bikin û bêjin em ne Kurd in û ne Kurdistanî ne. Lê bi pêşengtiya têkoşîna Rêber Apo re ev înkar ji holê rabû. Ev têkoşîna bi pêşengtiya Rêber Apo re li Rojhilata Navîn bi gelek hevalên neteweyên cuda re meşiya. Ji xwe eger tu ji bo azadiya hemû gelan, çand û ferhengan têkoşîn bike ancax tu veya bi biratiya gelan pêk bîne.

‘TEVGERA AZADIYÊ JI BO GELAN BÛ BINGEHA HÊVÎ Û BAWERIYÊ’

 Tevgera Apoyî jî wisa hîna di destpêkê de bi hevalên me yên Tirk re dest pê kir û ev bû bingeheke hêvî û baweriyê. Îro jî li ser vê bingehê tevgera Apoyî mezin dibe. Gelan bi vê têkoşîna xwe li hember dagirkerî û înkarê gotin, em hene, em li vir in û em ê li ser kokên xwe jiyan bikin. Gel bi têkoşîna azadiyê re bû yek û tevgera Apoyî jî pişta xwe da gel, bi hêz û desthilata li cem gelê xwe bi hev re meşiyan û têkoşîna xwe mezintir kir. Ji bo vê tevgera Apoyî tu cara ne tasfiye ne jî zeîf bû. Eger tu ji nava gel derkeve û pişta xwe bide gel tu qet tine nabe. Ji ber ku tu cara gel naye tine kirin, çanda gel, exlaqê gel nikare bê tine kirin. Tevgera Apoyî ji gel re bû bawerî, hêvî, cesaret û avakirina jiyaneke nû da destpêkirin. Têkoşîna Rêber Apo li ser vê esasê her ku çû mezin bû. Ruxmê ku derfet nebûn, kadro nebûn, tenê bi hêviya azadiyê û bi bawerî gihîştin vê astê. Sîstemeke nû ava bû, ev bû rastiya gelan, bû rastiya civaka azad û li ser vê esasê têkoşîna azadiyê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû hêvî û belav bû.

Helbet ev bê berdêl çênebûn, bi dehan şehadetên gel çêbûn, bi sedan kadroyê têkoşîna azadiyê şehîd ketin berdêlên giran hatine dayîn. Ew berdêlên hatine dayîn di encamê serkeftina şoreşa Kurdistanê pêşketin û çêbûne, xwediyê van berdêlan gotin, em Kurd in, em gel in, em insan in, em hene û hûn nikarin me tine bikin. Me xwe parastiye civaka xwe, gelê xwe û ji jiyaneke nû re em pêşengtî dikin.

Îro jî dagirkerên welatê me li ser vê esasê têne bi ser me de û dixwazin me tine bikin. Komployên li ser tevgera me li ser Rêberê me û li ser civaka Kurd bi dawî nabin. Bi destpêka tevgera me, bi derketina Rêber Apo heya îro ev komplo dewam dike, hem dijminê me yê qirker hem jî hevkar û xayînê Kurdan ji bo tevgera azadiyê zeîf bikin, têk bibin û ji holê rakin her tiştî dikin. Çima ev komplo dewam dike, ji ber her ku diçe Tevgera Azadiyê bêhtir ber bi serkeftinê ve diçe hêzên desthilatdar, sermayedar li hember xwe asteng dibînin, li hemberî xwe fikirek bi hêz, artêşeke bi îrade dibînin ji bo wê ye her rêbazê xwe yên komployan zêde dikin û cûda cûda dimeşînin.

Têkoşîna 45 salan ya Apoyî ji welat bûye gerdûnî û îro her kes xwe li derdorê wê kom dike. Ji bo wê dijminê me yê dagirker qirker îro çiqas bi ser me de were bila were, tevgera me her diçe mezin dibe. Tine nabe. Hîna dijmin ev rastiye tevgera Apoyî fêm nekiriye. Yên baş fêm kirine jî îtîraf nakin. Ev sîstemeke nû ye, sîstemeke civakî ye, civak xwe bi xwe li ser kokê xwe bi rê ve dibin.

Di rastiyê de weke tevgera Rojhilatê Kurdistan PJAK, Yekîneyên Rojhilatê Kurdistan YRK jî em xwe li ser vê bingehê birêxistin dikin. Îlhama xwe, baweriya xwe, hêviya xwe em jî ji vê berhemê digirin. Em bi vê mezin dibin, xwe mezin dikin. ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê re dibine hêvî. Çawa ku tevgera Apoyî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi biratiya gelan dest pê kir, em jî li ser wê bingehê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê têkoşîna biratiya gelan ji xwe re esas digirin. Ancax em bi vê dikarin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê têkoşîn pêş bixin û civakeke azad ava bikin.”

‘HEMÛ TEVGERÊN  KU LI ROJHILATÊ KURDISTAN DERKETINE, JI BO AZADIYA XWE ŞER KIRINE’

Şiyar Şevger diyar kir, hemû tevgerên ku li Rojhilatê Kurdistan derketine, ji bo azadiya xwe şer kirine, berdêl dane û dijmin sekinandine û wiha berdewam kir: “Civaka me ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî berdêlên giran dane. Bi rêbazên cuda re têkoşîn meşandine. Gelek pêşeng derketine. Ev bedelê hatine dayîn, ev şehadetê hatine dayîn, ne belasebeb e. Em hêzên Rojhilatê Kurdistan YRK li ser bingehê têkoşîna berdelên ku hatine dayîn xwe birêxistin dikin. Em ê hêviyê van berdêlan bigihînin serkeftinê. Gelek şehadetê me bi xwe jî ji hemû bajarê Rojhilatê Kurdistan çêbûne. Ev şehadet ji bo naskirina rastiya xwe û têkbirina dijminê dagirker çêbûne. Îro li Rojhilatê Kurdistanê jî dijmin me înkar dike, dijminê me li her derê heman dijmin e. Civaka me qetil dike, encex tu weke wî be ji tere dibêje tu heyî, wekî din tu tineyî. Li hember van rastiyan em xwe li Rojhilatê Kurdistan bi rêxistin dikin. Lê ev jî heye, şer tenê bi çekan nayê meşandin, şerê îdeolijîk, fikrî jî esas e. Pirsgirêka civaka me yê şer nîne, di dîrokê de jî yê herî şerker gelê Kurd in. Pirsgirêka gelê Kurd çi ye, xwe birêxistin kirin, îdeolojîk fikrî bûyîna hêz e. Li gorî vê pêwîst e em xwe hîn bêhtir îdeolojîk birêxistin bikin. Eger em xwe birêxistinî nekin, em çiqasî di şer de xurt bin jî encamê tê xwestin naye girtin. Em herî zêde di vê noqtê de zehmetî dikişînin.”

‘BI PÊŞENGIYA JINAN LI ROJHILATA NAVÎN GUHERTIN Û PÊŞKETIN PÊKAN E’

 Şevger di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: “Ev 3 meh’in li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan dest pê kiriye. Di serî de şehîdên di van serhildanan de çêbûne em hemûyan bibîr tînin, bejna xwe li hember wan ditewînin. Şehîdên ji hemû bajarên Kurdistanê ji Şino, Urmiye, Pîranşar, Mahabat, Bane, Bokan, Sine, Dîwandere, Merîvan, Ciwanro û hemû bajarên din yên Kurdistanê û bajarên Îranê jî şehîdê Sistan û Belucîstan em wan bi bîr tînin. Ev şehîdên azadî û mirovahiyê ne. Wan li hember dagirkeriyê serî netewandin, dijmin bi hemû hêza xwe bi ser wan serhildanan de diçe, lê ya di destê gel de heye tenê kevir e.

Ev serhildan bi şîara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kiriye. Ev tiştekî nû ye li Îranê. Ev bi felsefeya Rêber Apo pêş dikeve. Eger li Rojhilata Navîn guhertinek hebe, pêşketinek çêbibe ew jî bi pêşengtiya jin dike wê çêbibe. Ji bo wê bingehê paradîgma Rêber Apo de jin heye. Ji bo wê dibe rastiya mirovahî û azadiyê. Ji bo wê îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ew dirûşme tê berzkirin. Ev sedsala ku em tê de ne, sedsala azadiya jinê ye.

‘PÊWÎST E BI YEK DENGÎ TÊKOŞÎN WERE XURTKIRIN’

Civak biratiyê dixwazê û di xeta biratiya gelan de dimeşe. Eger vê neke jî, wê wek tevgerên berê mîna tevgerên netewperestiya klasîk lê were. Ev jî ji derveyî dijmin ji kesî re nabe feyde. Asta îro gihîştiye tu pirsgirêka gelan, mezheba bi hev re nîne. Li Rojhilata Navîn yek pirsgirêk heye ew jî desthilatdarî ye. Îro ji bo gel vê desthilatdariyê ji holê rakin li ser piyane û têkoşîna vê didin. Rihê yekîtiya êşa ku gel bi hev re dikişînin jiyan dibe. Li gorî vê jî dîsa ya ji bo me pêwîst, bi yek dengî divê em têkoşînê xurt bikin, li hev xwedî derkevin û hev biparêzin. Divê dagirkeriya dewleta Îranê jî zanibe, di vê serdemê de ya ji bo wê pêwîst, divê guhertînên qanûnî were kirin. Êdî di vê sed salê de nikare bi qetlîama, bi kuştina pêşiya civakê bigire. Civak pêş dikeve û dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Divê Îran vê civakê nas bike. Ji xwe qrîz hene, qrîza aborî, siyasî, dîplomasî her di rojevê de têne jiyankirin. Li ser ambargo hene û di dorpêçê de ye ji bo wê derveyî li gor daxwazê gel yê mafdar guhertin kirin pê ve tu riyeke din nîne. Eger van guhertinan bike û pêşiya gel veke, îro li Rojhilata Navîn dewleta herî pêşketî wê bibe Îran. Eger nexwaze bibe dewleteke parçe parçe, cihê qrîz, tengasî û tevlîheviya rêya herî aqilane ji bo Îran li ser esasê pêwîstiyên gel guhertin kirine.”

‘EV SERHILDAN HEYA DAWÎ DEMOKRATÎKIN, MAFDAR IN Û PÊWÎST E ÇÊBIBIN’

 Şiyar Şevger da zanîn ku divê civak rêya demokratîk esas bigre û wiha anî ziman: “Ev serhildan heya dawî demokratîk in, mafdar in û pêwîst e çêbibin jî. Lê divê bi rêxistinî bimeşin, bi plan bimeşin, parçeyî nebin, herêmî nebin wisa di yek bajarî de asê nemîne di giştî de divê bimeşin. Di serhildanê gel de ya pêwîst çi ye, di çarçova mafê xwe yê demokratîk de divê wê bikin. Pêwîst nake gel serî li çek bide, pirsgirêk divê bi rêya demokratîk çareser bibe, bi rêya diyalog çareser bibe. Divê gel ji xwe re vê esas bigire û neyê provakasyona. Daxwazên gel daxwazên demokratîkin û hemû alî bi yek dengî li van xwedî derkevin. Li Kurdistanê hinek bajar zêde rabûn hinek jî kêm rabûn, heta dengê hinek bajaran qet derneket. Mînak weke Makû, Selmas, Xoy dîsa herêmên Kirmanşan, Îlam bi xurtî beşdarbûn çênekirin. Pêwîst e gel hevdû bi tenê nehêlin. Gelê me yê Azerî divê yekitiya xwe bi gelê Kurd re xurttir bike, bi taybet li herêma Urmiye, Selmas, Xoy şehîdên me yê Azerî hene. Mînak hevalê Salar hebû. Li Bakurê Kurdistan li herêma Besta şehîd ket. Hevalekî Azerî ji Selmasê bû, ji bo çi tevlî tevgera azadiyê bû û şer kir. Ji bo mirovahiyê şer kir. Divê gelê me yê Azerî jî li ser şopa heval Salar bimeşe. Hevalek bi cesaret, dirust û cihê baweriyê bû, me jî weke şexs ew ji xwe re mînak digirt. Pêwîst e gelê me yê Azerî jî xwedî li têkoşîna hevalê Salar derbikeve.

‘PÊWÎST E CIWAN XWE BIRÊXISTIN BIKIN’

Di van rojan de di nava gel de xwe birêxistin kirina ciwanan şert e. Di rastiya rêxistinkirinê de pêwîstî çi ne divê li gorî wê tevbigerin. Mînak serî li çek nedin lê heya dawî ji bo mafê xwe yê demokratîk di nava serhildanan de pêşengtî bikin. Xwe birêxistin bikin û zanibin xwe biparêzin, civaka xwe biparezin. Divê bi rê û rêbaz tevbigerin. Veşartîbûn şert e. Divê pir vekirî nebin, bi baldarî hevdû rêxistin bikin û erka xwe ya pêşengtiyê bikin. Baş bibînin ku pêwîstî çi ne li gor wê bi xwîn sarî têkoşîna xwe bimeşînin.

‘DIVÊ DEWLET GUH BIDE DAXWAZÊN GEL’

Em bi taybetî careke din dibejin, divê dewlet guh bide daxwazên gel, gel çi dixwaze û bi taybetî pêwîste dewlet serî li şîddetê nede. Şîddet nabe çareserî, êdî dema şîddet bikaranîne nemaye, dibe ku te berê ev civak bi şîddetê bi qetil kirinê bi xistina zindana birêve dibir lê di vê demê de tu nikare bike. Ev sîstema heyî gel têr nake û gel jî pêşketinan dixwaze. Tu çiqas vî gelî qetil bike, şehîd bixe hêrsa tolhildanê ya gel zêdetir dibe.

Ji bo kesên besîcî dikin, edî serdemek derbas bûye, em pirs dikin, ew ê heta kengî xwe bifiroşin, heta kendî ew ê xwe înkar bikin, bişopînin gel çi dixwazê, li kêlaka gelê xwe cih bigirin. Zilmê li ser gel nekin, pêşiya gel negirin, rojekê ciwanê vî gelî wê ji we hesab bixwazin. Her rojek mirin wê hebe bila ew jî mirinek bi şeref be. Hêvî û baweriya me ew e, hûn ji vê rêya têde ne paşde gav biavêjin û bi gelê xwe re bimeşin. “

‘EM DI VÊ RÊ YÊ DE HEYA DAWÎ BI GELÊ XWE RE NE’

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistan nêzî 100 şehîd çêbû em hemûyan bibîrtînin. Dîsa em li hember hemû dayikên şehîdan bejna xwe ditewînin, zarokê wan ji bo azadiyê li hember desthilatdariyê têkoşîn meşandin û berdêl dane, em ê jî xwedî li têkoşîna wana derkevin. Em di vê rê yê de heya dawî bi gelê xwe re ne, bila kes ji siyaseta qirêj ya derdor bawer neke, em bi civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê re ne.

Dewleta Tirk ya dagirker di şerê Zap, Avaşîn, Metîna de bin ketiye Erdogan weke hirçekî birîndar dev diavêjê her derê. Di vê pêvajoyê de li qadê me jî ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker êrîşên hewayî çêbûn. Ji bo dewleta dagirker ya Tirk ferq nake li ku derê be, hema Kurd be bes e ewqas kîlometre ji axa xwe dûr tê û hevalê me şehîd dixe. Bila dewleta Tirk ya dagirker zanibe, çi dibe bila bibe ev tevgera Apoyî wê dawiya desthilatdariya Erdogan jî bîne. Em ê heviya wan hevalê me yê şehîd bûne bigihînin serkeftinê. Van êrîşan ne tenê Erdogan dike yên alîkariya wî dikin hene, bila werê zanîn em tevgereke li Rojhilatê Kurdistanê bi fikir û felsefa Rêber Apo têkoşînê dikin.

Di dawiyê de yê ku serkeftinê bidest bixe ew ê rastiya têkoşîna Apoyî be. Yên têk biçin binbikevin jî dijminê me yê dagirker in. Ji şehîdê mezin Hakî Karer heta hevalê me yên li Zap, Avaşîn, Metîna berdêl dane û şehîd ketine em hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Em ê xwedî li soza wan derkevin, armanca wan bigihînin serkeftinê."