‘Xwedî derketina li Rojava, meseleya rûmetê ye’
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê hatin protestokirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê hatin protestokirin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiya rûniştinê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Piştî çalakiya rûniştinê, daxuyanî hate dayin. Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di çalakiyê de axivî û got: “Her ku em qala aştiyê dikin, çeteyên xwe dişînin ser gelê Kurd. Tu xêra vî şerî ji bo gelan nebû û dê nebe. Êdî hûn mecbûr in hebûna gelê Kurd qebûl bikin. Bi êrîşên çeteyan, bi qetilkirina sivîlan hûn nikarin bi ser kevin. Gelê Kurd bi hev re ye û statûya xwe diparêze.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî êrişên heyî weke “sûcê li dijî mirovahiyê” nirxand û wiha got: “Tirkiye sûcê şer dike. Bi bombebarankirina gel re sûcê şer dike. Tirkiye dixwaze Kobanê dîsa dorpêç bike û tişta DAÎŞ’ê nekarî bike pêk bîne. Berxwedana Kobanê têk naçe. Ev îradeya ku peymanên demokratîk cîbicî kirî têk naçe. Tu hêz nikarin vê îradeyê têk bibin. Xwedîderketina li Rojava meseleya rûmetê ye.”
Adalet Kaya, bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re û ev tişt anî ziman: “Li rexekî xwişk-birayên me bombebaran dikin, li rexa din jî hûn nikarin qala aştiyê bikin. Perspektîfa çareseriyê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê heye. Ya pêwîst ew e ku ji bo cîbicîkirina vê perspektîfê tavilê gav bên avêtin. Em ji bo xwedîderketina li îrade û rûmeta xwe li vir in.”
Adalet Kaya, herî dawî jî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û şanogerê Kurd Bavê Teyar ku di êrîşên hewayî de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî.