Xeyala wî ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle
Mezintirîn xeyala Fermandar Reşîd Serdar ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle. Lewma ew ne şoreşgerekî jirêzê; ew lehengekî dilsoz ê doza gelê xwe bû.
Mezintirîn xeyala Fermandar Reşîd Serdar ew bû ku ji bo zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle. Lewma ew ne şoreşgerekî jirêzê; ew lehengekî dilsoz ê doza gelê xwe bû.
Şopdarê heqîqetê Fermandar Reşîd Serdar (Mustafa Ertaş), da ku xeyala zarokên ku dixwazin li welatekî azad bijîn pêk bîne, bû gerîlayê Kurdistanê û bavekî şoreşger. Ew ne şoreşgerekî jirêzê; ew dilsozê doza welatê xwe û lehengê zarokên Kurdistanê bû.
Mustafa Ertaş, di salên 1990'î de dema gelê Kurd rabû ser piyan û serhildanên mezin rû dan, li herêma Nordizê ya navçeya Gurpinara Wanê di malbateke ji eşîra Giravî de hat dinyayê. Mustafa Ertaş, li derdoreke welatparêz û girêdayî çanda Kurdî mezin dibe û hêj di emrekî biçûk de dibe şahidê zilma dewletê ya li ser gelê Kurd. Dewleta dagirker, polîtîkayên qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşand û bi her cure zext û êrîşan aboriya gel têk dibir û neçarî koçberiyê dikir. Malbata Mustafa Ertaş jî ji ber vê zextê gundê xwe diterikîne û li Wanê bi cih dibe. Mustafa ji zarokatiya xwe ya li gund bêpar hatibû hiştin, ew lîstikên xwe nîvco dihêle hewla hînbûna jiyana bajarî dide. Lê belê ew zarok dê tu carî xeyalên xwe, zarokatiya xwe û hevalên xwe ji bîr neke. Ev êş di dilê wî de dibe birîneke kûr û heta çaxê hesabpirsînê jî dê nekewe.
Zarokatiya Mustafa di nav şert û mercên dijwar de derbas dibe. Loma da ku piştgiriya malbata xwe bike di emrekî biçûk de li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de dixebite. Wek mezintirîn zarokê malbatê, berpirsyariyeke mezin digire ser milên xwe. Mustafa Ertaş piştî ku berê xwe dide metropolan, heqîqeta dijmin hîn kûrtir dibîne. Wê demê dest bi lêgerînên nû dike. Cudahiya jiyana li metropolan û jiyana li Kurdistanê dide ber hev û vedigere Kurdistanê. Wateya vê vegerê, vegera li xwebûna xwe û li civaka xwe bû. Herçiqas bizewice jî dev ji lêgerîna xwe bernade. Mustafa di sala 2012’an de beşdarî çalakiyên qada civakî dibe û bi vê biryara xwe nîşan dide ku di şerê li dijî dijmin de tu tişt nikare jê re bibe asteng. Lê belê bi demê re dibîne ku ev xebat têrê nakin û biryara tevlîbûna nav refên gerîla dide.
Reşîd, di vê pêvajoyê de Rêber Apo ji nêz ve nas dike û li ser felsefeya Rêber Apo hûr dibe. Sekna şehîdan li ser wî bandoreke mezin çêdike û biryar dide ku êdî li ser rêça wan bimeşe. Heval Mustafa, da ku fikrên xwe di jiyanê de bi cih bike gavan diavêje. Da ku li serê çiyayan wek gerîlayekî têbikoşe û bigihêje armancên xwe dibe rêwiyê heqîqetê. Ew mirovekî zana, zîrek û xwedî wijdan e. Mezintirîn armanca wî ew e ku ji bo keça xwe Semîra û zarokên Kurdistanê siberojeke azad bihêle. Hevrê Mustafa rêya xwe hildibijêre û piştî ku tevlî refên gerîla dibe navê fermandarê destanî yê PKK'ê Reşîd Serdar digire û da ku bibe xwedî sekn, cesaret û wijdana wî, wek şervanekî pêşeng li ber xwe dide. Ew êdî li serê çiyayan Fermandar Reşîdê efsanewî yê hemdema xwe ye.
BERXWEDANA XWERÊVEBIRINÊ WEK BANGAWAZIYEKÊ QEBÛL KIR
Fermandar Reşîd Serdar, ji bo keça Semîrayê li ser rojnivîska xwe wiha dinivîse: "Min nedikarî ez barê heqîqeta Kurdistana ku dê û bavên min jê koç kirine ji Semîrayê re bihêlim. Dema ku rojek hat û Semîrayê pirsa bûyerên li Cizîr, Nisêbîn, Gever û Silopiyê kir an jî dema pirsa Taybet Ana, Remziye Ana, Asya Yuksel û Mehmet Tunç kir, divê ez bersivekê bidim wê. Vaye ji ber vê sedemê ez bi têkoşîneke birûmet rêya xwe dimeşînim. Bawer dikim ku hûn ê jî vê fam bikin û bi rûmeteke mezin hûn ê vê têkoşînê temsîl bikin."
Fermandarê çiyayan Reşîd, rêya xwe aşkere kiriye û ji wê rêyê veger tune ye. Gerîla Reşad Serdar çalakiya xwe ya ewil li herêma Wanê dike û di demeke kurt de dibe fermandar. Sala 2015'an, li Bakurê Kurdistanê têkoşîna rêveberiya xweser geş bûye û berxwedaneke mezin tê dayîn. Gelê Kurd, li dijî êrîşên hovane li Cizîr, Şirnex, Silopî, Sûr û Nisêbînê, bi pêşengiya berxwedêrên wek Zeryan, Çiyager û Mehmet Tûnç têkoşîneke dîrokî dida. Fermandan Reşîd vê berxwedanê wekî bangawazî qebûl dike û da ku pêşengiya berxwedanê bike berê xwe dide bajêr. Da ku ji bo hevrê û gelê xwe bibe bersiv, li Wanê dest bi xebatan dike. Ji rêxsitinbûnê heta çalakiyan, ji amadehiyan heta operasyonan li her qadê berpirsiyariyeke mezin digire ser milên xwe. Bi têkoşîn û beşdariya xwe mohra xwe li serkeftinên mexin dixe û berxwedanê bihêztir didomîne.
Wek şervanekî dilsozê felsefeya Rêber Apo, nedikarî li hember qetlîamên li dijî gel û zarokên Kurd bêdeng bimîne. Fermandar Reşîd, da ku tola Haci Lokman Bîrlîk, Taybet Ana, Cemîle, Mehmet Tûnç û kesên din ên ku dewleta Tirk ew qetil kirine bistîne, li dijî dijmin gelek çalakiyan pêk tîne. Heval Reşîd di vê qadê de bi qasî du salan têkoşîna xwe didomîne û serkeftinên biqîmet bi dest dixe û dîsa vedigere Herêmên Parastina Medyayê. Li vi pêşengiya xebatên giring dike.Heval Reşîd, her tim amade bû ku di wezîfeyên mezintir de cih bigire û di wezîfeya xwe ya ewil de ango di têkoşîna xwe ya li Wanê de berpirsiyariyeke mezin digire ser milên xwe û xwe di warê fermandariyê de zêdetir pêş dixe. Tevî hemû zehmetiyan, dibe xwedî wê biryardariyê ku her tim li her qadê dikarî xebatan bimeşîne.
ZEXT WÎ HÊ BÊHTIR XURT DIKIRIN
Hevrê Reşîd ne fermandarekî jirêzê bû. Fermandarekî pêşeng bû ku mohra xwe li demê xistibû. Li hemberî zehmetiyan pes nedikir û zext wî hê bêhtir xurt dikirin. Bê tirs şer kir û li pêşberî dijmin bi xurtî sekinî. Her tim ji hevrêyên xwe re pêşengî dikir. Fermandar Reşîd ê ku di îdeolojiya rizgariya jinê de kûrbûyîn kiribû armanc, li ser bingeha felsefeya Rêber Apo nêzî rastiyên civakî ya ku jin dijiyan dibû û lêpirsîn dikir. Şahidî ji bêadeletiya ku di encama sîstema baviksalarî de dertê holê kir û ji bo guhertina vê rastiyê biryara têkoşînê daye. Ji fikrên Rêber Apo yên der barê azadiya jinê de bandor dibe û di vî alî de kûr dibe.
Hevrê Reşîd weke fermandarê herêmê careke din berê xwe dide Bakur û têkoşîna xwe li herêma Nordiz ku lê ji dayik bû û mezin bû, dewam kir. Dema ku derbasî Nordizê bû, berpirsyariyên wî hîn bêhtir zêde bûn. Li vir pêşengiyê ji gelek karên girîng re dike û ji rêxistinbûnê heta operasyonan li gelek qadan serketinê bi dest dixe. Hevrê Reşîd ku fermandarekî kedkar, fedakar û bi cesarete, bi çalakiyên ku tevî hevrêyên xwe pêk anîne re derbên giran li dijmin dide. Sala 2020'an pêvajoyeke ku têkoşîn dijwar bû û fedekariyên mezin hebûn. Hevrê Reşîd di 27'ê Gulana 2020'an de dema li herêma Nordiz li ser erka xwe bû, di pevçûnên bi artêşa Tirk a dagirker re heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û şehîd bû.