Piştî ku Iraqê mijara naskirina qirkirina Êzidiyan ji rojeva xwe derxist, Parlamentoya Iraqê di 21’ê Çileyê de kom bû û 3 yasayên esasî bi lihevkirina hemû pêkhateyên parlamentoyê derxistin. Yek ji van yasayan, derxistina ‘Efûya Giştî’ ye ku bi hezaran bersûcên DAIŞ’î û bermahiyên Beasî wê serbest bêne berdan. Civaka Êzidî û gelê Şengalê dijberiyeke tund li beramberî vê yasayê nîşan dide, bi çalaki û daxuyaniyan helwesta xwe nîşan dide.
Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî derbarê vê yasayê û siyaseta Iraqê ya li ser Şengalê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku biryara Parlamentoya Iraqê ne biryarekê rast a siyasî ne jî biryareke exlaqî û wîjdanî bû.
Hisên Hecî bi bîr xist ku Parlamentoya Iraqê destpêkê mijara qirkirina Êzidiyan ji rojeva xwe derxist û pey re yasaya efûya giştî qebûl kir û wiha got: ‘Gelo destê kê li pişt vê rewşê heye? Hêzên Sunnî, Şiî û Kurd 3 yasayên esasî yên di berjewendiya xwe de di kêliyekê de ji parlamentoyê derbas kirin. 13-14 dewletên navnetewî qirqirina Êzidiyan nas dikin, gelo çima Parlamentoya Iraqê nayne ziman? Hin hêz û alî ku bersûcên fermana li ser Êzidiyan in, naxwazin doza komkujiya Êzidiyan bimeşe.’
Hisên Hecî rexne li hikumeta Iraqê jî kir ku çima bi erka xwe ranabe û wiha berdewam kir: ‘Îro biryar digirin ku ew kesên ku DAIŞ’î ne, ew kesên ku destê wan di xwîna Êzidiyan de, Şîayan de heye efûya giştî ji wan re tê derxistin. Bi hezaran donim erdê Êzidiyan heye ku di dema Sedam Hisên de bi darê zorê ji wan hatine stendin. Çima erde Êzidiyan di yasaya derbarê vegerandina milk û erdan de nîne. Heya niha bi dehan serokwezîr, serokkomar guherîn lê rewşa Şengalê çareser nebûye, êdî bes e.’
Endamê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Hisên Hecî pirs kir ku heya niha çima ji bo bi hezaran kesên wenda yên çarenûsa wan nediyar Parlamentoya Iraqê biryarek dernexistiye û wiha pê de çû: ‘Em îro dengê xwe digihînin Parlamentoya Iraqê bi taybet jî Dadgeha Bilind a Iraqê da ku li ser vê mijarê bisekinin û heqê Êzidiyan neyê wendakirin. Eger mafê me li Dadgeha Federal a Iraqê jî wenda bibe, em mecbûr in dengê xwe bigihînin dadgehên navnetewî. Êzidî ti caran dest ji mafên xwe bernadin.’
Hisên Hecî di dawiya nirxandina xwe de diyar kir, çawa ku di sala 2014’an de şervanan parastina axa Şengalê kirin û nehiştin Şengal bikeve destê DAIŞ’ê, wê îroroj gelê Şengalê jî weke wan şervanan şerê hiqûqî bimeşîne û ev peyam gihand Iraqê: ‘Ew deriyekî bigirin em ê deh deriyan vekin.’