Rêveberiya Xweser a Şengalê salvgera 10’mîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi peyamekî salvegera 10’mîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û got: “Li Kobanê tola Şengalê jî hate hilandin û serketina wê rê li ber rizgarkirina Şengalê vekir.”

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê bi peyameke nivîskî, salvegera 10’mîn a rizgarkirina Kobanê pîroz kir û lehengên di berxwedana Kobanê de rol lîstine bi bîr anî.

Rêveberiya Xweser a Şengalê di destpêka daxuyaniyê de, îradeya Apoyî ya li Kobanê li ber xwe da û seyra dîrokê guhert bi bîr xist û ev tişt hate gotin: “10 sal berê niha Kobanê şerê herî dijwar ê sedsalê jiyan kir û bi berxwedaneke bêhempa ya lehengên azadîxwaz ên Kurdistanê û azadîxwazên enternasyonal hate rizgarkirin. Li vî bajarê biçûk, lê berxwedana wê mezin, îradeyeke kêm hatiye dîtin, hate nîşandan. Di şexsê DAÎŞ’ê de hemû dewletên zordar yên weke dewleta Tirk a faşîst şikand. Xeyalên şefê faşîst Erdogan yê li benda ketina Kobanê bû, şikand û serdema berxwedanê li giştî herêmê da destpêkirin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniya xwe de diyar kir berxwedana li Kobanê û Şengalê bi awayekî hemwext li dijî DAÎŞ û sponsorê wê dewleta Tirk pêk hatiye, bi pêşengiya şagirtên Rêber Apo çêbûye û wiha domand: “Bi destwerdana gerîla û şervanan re DAÎŞ li Şengalê şikest, bi berxwedana Kobanê re DAÎŞ êdî dest bi binkeftinê kir. Şervan û gerîlayên li Kobanê berxwedan, tola Şengalê jî hildan. Serketina wan serê me tevan bilind kir û rihê berxwedanê li herêmê belav kir.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê di salvegera rizgarkirina Kobanê de îşaret bi metirsiyên nû yên li ser herêmê jî kir û wiha pêde çû: “Rizgarbûna Kobanê hîn jî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve ne hatiye hezimkirin û ji bo tola DAÎŞ’ê hilîne, rojane êrîşên qirkirinê tîne ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê. Jixwe yê li Kobanê şer dikir û niha li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê şer dike , di rastî de dewleta Tirk e. Me di berxwedana dîrokî ya Kobanê de dît, eger gelên azadîxwaz û bindest dest bidin hev, hêviya xwe biparêzin û xwe bi fikrên Apoyî rêxistin bikin, dikarin her cûre êrîşan bin bixin û wan di wê çala ku ji bo gelan kolandine de bifetisînin. Berxwedana Kobanê vê rastiyê ji bo dost û dijminan jî îsbatkiriye. Li Bendava Tişrînê jî ev yek tê îsbatkirin.”

Li ser dijwarbûna şer a li herêmê jî Rêveberiya Xweser a Şengalê banga bilindkirina têkoşîna hevpar kir û got: “Di van rojên ku şer careke din li herêmê dijwar bûye de, destkeftiyên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dibin metirsiya dagirkeriyê de ye. Ev rastî careke din li ser me tevan ferze ku em bi rihê Kobanê û Tişrînê di her qadê de li ber xwe bidin û ji bo parastina van destketiyan û têkbirina planên dagirkeran seferber bibin. Dema li Kobanê berxwedan çêbû, ti hêzek din li pişt berxwedêrên me nebû, lê îradeya wan a berxwedanê raya giştî ya cîhanê hemû ber bi xwe ve kişand. Eger heman berxwedan em ji bo parastina herêmên xwe yên azad bidin nîşan, wê ti kes nekare destdirêjî li qadên me bike.”

Rêveberiya Xweser di dewama peyamê de îşaret bi metirsiyên li ser destketiyên civaka Kurd û Êzidî jî dike û dibêje: “ Em dibînin tevî 10 sal li ser rizgarbûna Kobanê re derbasbûye jî, hê dewleta Tirk bi hevkariya hêzên navnetewî ji hewayî ve bi her awayî êrîşê destketiyên wê dike. Divê gelê me yê Rojava û Kobanê bizane, tenê rêya berxwedanê dikare me li ser piyan bihêle û destketiyên me biparêze. Ji derveyî rêya berxwedanê tenê derbederî, bindestî û sernizmiye. Gelê Rojava bi berxwedanî û sekna xwe ya îro bersiv dide vê zîhniyetê.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî hewldanên dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve, banga yekîtiyê kir û got: “Di van rojên şer li hemû herêmê dijwar dibe, dewletên dagirker yên keysbaz li benda fersendê ne êrîşê gelan bikin. Li beramber vê pêwîste em jî yekgirtîbin, rêxistinkirî bin û ji bo parastina ax û kerameta xwe seferber bibin. Bi qasî gef û metirsî, divê em bizanin derfetên azadiyê herî zêde di demên aloz de ji bo gelan çêdibin.  Eger em bi heman rihê Kobanê li ber xwe bidin, em ê bikarin van rojên zehmet jî derbas bikin. Em ê bi berxwedana li dijî van êrîşên dagirkeriyê bikarin, dawî li desthilatdariya şefê faşîst Erdogan jî bînin û serketineke ebedî bidest bixin. 

Çarenûsa me tevan bihev ve girêdayiye. Serketina li cihekî serkeftinên din bixwere tîne. Bandora perperîkê çêdike. Çawa serketina Kobanê pêşî li serketina Şengal, Reqa û hemû bajarên din vekir, îro jî heman tişt derbasdare. Wê yekîtî û têkoşîna hevpar di vê dema dîrokî de careke din me serbixe, wê dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên weke DAÎŞ bin bixe. Ji ber ev hêzane li dijî azadiya gelan û hemû hêzên azadîxwaz in.”