Ji bo Tapti piştî 35 salan şîn hate danîn

Ji bo Mehmet Tapti yê PKK'yî ku li Mêrdînê di sala 1990'î de di şer de şehîd bû şîn hate danîn.

Ji bo Mehmet Tapti (Xerîb) ê PKK'yî ku li navçeya Stewr a Mêrdînê di sala 1990'î de şehîd bû lê nasnameya wî nû hate eşkerekirin, li navçeya Qoserê şîn hate danîn.

Şîn ji aliyê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine ya Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER) ve hate danîn û gelek kesî serdana şînê kirin.

Ji bo Tapti mewlûd hate xwendin.