Dewleta Tirk li Akrê 2 kes qetil kirin
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li bajarokekî Başûrê Kurdistanê bombe kir û 2 kes qetil kirin.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer li bajarokekî Başûrê Kurdistanê bombe kir û 2 kes qetil kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk danê nîvro bombe li bajarokê Dînarte yê navçeya Akrê ya Dihokê barandin.
Hate ragihandin ku di encama êrîşê de 2 kes hatin qetilkirin ku hevjînê hev bûn.
Artêşa Tirk hefteya dawî bombardûmana li ser Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.
Êrîşên li ser qadên sivîl bi balafirên şer û topbaranê têne kirin. Di encama van êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.