TAJÊ: Ev her du yasa wê rê li ber komkojî û fermanên nû veke

TAJÊ, nerazîbûn nîşanî erêkirina Yasaya Rewşa Kesî û biryara Efûya Giştî da û banga xurtkirina têkoşîna hevpar li tevahiya jinan kir.

TAJÊ

Parlamenta Iraqê tevî hemû nerazîbûnan jî di bin navê serarastkirinê de di 20’ê Çileyê de Yasaya Rewşa Kesî û biryara Efûya Giştî di meclîsê de xist dengdanê û erê kir.

Têkildarî her du yasayan Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku qebûlkirina her du yasayan rewakirina zihniyeta qirkirina ku li djî jin û civakê tê meşandin e û li dijî vê banga têkoşîna hevpar kir.

Berfirehiya daxuyaniya ku TAJÊ bi vî rengî ye:

“Di 03-08-2014’an de fermana 74’ê ya li ser civaka me, bi destê çeteyên DAÎŞ’ê, xiyaneta PDK’ê û bi hevkariya dewleta Tirk pêk hat. Di heman meha Tebaxa sala 2024’an de parlamanta Iraqê bloka Şîa yasaya ‘Rewşa Kesî’ ya madê 188 ku di sala 1959’an de ava bûye û bloka Sune yasaya efûya giştî di sala 2016’ê de xistiye rojeva parlamentoyê. Rûxmî ev projeya yasayan ji aliyê gelên Iraqê, bi taybetî jinên Êzidî û tevahî jinên Iraqî ve, her wiha rêxistinên mafê jin û zarokan, torên qanûnî û rewşenbîran ve rastî nerazîbûneke tund hat jî, lê parlament ev îrade û helwesta demokratîk paşguh kir û di 20’ê Çileyê de ev yasa bi rêbazekî ku tu pêwendiya xwe bi rêziknameya navxweyî û destûra Iraqê re nîn e, erê kir.

Di fermanê de civaka Êzidî bi taybetî jî em jin, bûn hedefa her cûre kiryarên hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê. Heta niha jî bi hezaran jin, zarok û ji her kesîmê civaka me di destê DAÎŞ’ê de dîlgirtî ne.

Di nava Şengalê û dordora wê de bi dehan gorên komî ku hatin tespîtkirin, nehatine vekirin. Li ber nifşê nû yê civaka me ev gorên ku bi êşên giran nehatine vekirin berpirsê vê jî dewleta Iraqê ye. Dîsa heta niha bi hezaran miletê me ji ber êşên ditiye venegeriya ser cih û warê xwe di rêya koçberiyê de ne. Travmaya fermanê heya vê kêliyê di hûndirê her mirovekî me de zindî ye. Deh sal di ser fermanê re derbas bû, Iraq li şûna bi erk û berpirsyariyên xwe yê li hemberî civaka me ya Êzidî rabe jenosîdê bi fermî nas bike, kesên sûcdar muhasebe bike, yasaya efûya giştî derdixe. Ev yasaya efûya giştî ku kesên Sune yên DAÎŞ’î, ew ê ku destê wan di xwîna Êzidîyan de heye, li hemberî civaka Êzidî û jinên Êzidî sûcên dermirovî pêkanîne, îro yên ji vê efûyê sûdê bigirin ev kes in. Erêkirina vê yasayê xeteriyê li ser tevahî netew, pêkhate, ol, bawerî û bi taybetî civaka me ye. Em dibêjin bi vê yasayê dixwezin rê li ber komkujî û fermanên nû vebikin.

Her wiha projeya naskirina jenosîda li ser civaka Êzidî di vê demê de ji bo di parlamentoyê de bê nîqaşkirin hate rojeva parlamentê. Lê ev ji aliyê PDK’ê ve hat astengkirin û parlamento yekser vê ji rojeva xwe derxist. Heta ku Iraq li hember civaka me berpirsyariya xwe bi cih neyne wê têkoşîna me bidome. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin û dibêjin êdî pêwîst e parlamenta Iraqê bi fermî jenosîda ku di 3’yê Tebaxa 2014’an li ser civaka Êzidî pêk hat, nas bike.

Me çawa ku beriya niha nerazîbûna xwe li dijî guhertina yasaya rewşa kesî nîşan da em îro jî bi heman nerazîbûnê bi tundî vê guhertina hatî erêkirin red dikin. Di vê yasayê de guhertin çêkirin tê maneya rê li ber îrade û azadiya mafê jinan girtine. Ev yasa rê li ber zeweca zarokên keç ên temenê 9 salî û zarokên kur ên temanê wan15 salî karin bizewicin vedike. Dîsa mafê dayiktî û mîras li ser esasê ji jin  bê standine. Ev yasa li dijî hemû mafê jiyana civak û bi taybetî ya jinê ye. Ev yasa li dijî jiyana demokratîk û wekhev e, li dijî jin, zarok, ciwan û bi giştî li dijî tevahî civakên li Iraqê ne. Ev zihniyeta ku bi aqlê mêr-dewletê, bi bîrdoziya zayendperest dixwezê bi vê rengî pêşî li şiyarî, têkoşîn û azadiya jinê bigire, temsîla zihniyeta DAÎŞ’ê ye. Ev zihniyet qirkirina li dijî jin û civakê tê meşandin rewa kirina wê ye.

Em weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) careke din projeya yasaya rewşa kesî û efûya giştî bi tundî şermezar dikin û helwesta xwe tînin ziman. Em bang li Iraqê dikin demildest van yasayan betal bike, guh bide helwest û bertekên li dijî van yasayên ne demokratîk hatine erêkirin. Em bang li civaka Iraqê û bi taybetî tevahî jinên Iraqî û yên li Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî erêkirina van yasayan helwesta xwe raber bikin, bi têkoşînekî hevbeş dengê xwe bilindtir bikin.”