419 partî, rêxistinên girseya demokratîk û civaka sivîl li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat (GGC) deklarasyoneke hevpar lidar xistin.
Deklarasyona bi daxwaza ji Rojava re statu hate lidarxistin. Deklarasyon ji îmzeyê re hate vekirin. Ji Xeynî Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, partiyên îmzevan û nûnerên rêxistinên girseyî beşdarî daxuyaniyê bûn.
BAYINDIR: MODELA ROJAVA, WÊ SÛRIYEYÊ RIZGAR BIKE
Di civînê de deklarasyon hate eşkerekirin. Destpêkê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û bi bîr xist ku îro salvegera 10’emîn a rizgariya Kobanê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê ye.
Bayindir got, “Şîara me; ji Rojava re statu, ji gelan re azadî ye. Em dizanin ku siberojeke azad û siberojeke hevpar, modela Rojava ye ku hemû gel, bawerî û ziman di nav de bin. Teqez divê xwedî li modela Rojava û statuya wê bê derketin. Ev model wê Sûriyeyê rizgar bike.”
‘DIVÊ DAWÎ LI ÊRÎŞÊN HOVANE WERE’
Bayindir diyar kir ku ev model divê li tevahiya Rojhilata Navîn were pêkanîn û êrîşên “hovane” yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û sivîlan, şermezar kirin.
Bayindir bang li dewleta Tirk ku “dijmintiyê” li statuya Rojava neke û got, “Divê êrîşên li ser Rojava demildest bi dawî bibin. Yekane rêya statuya Rojava, bi çareseriya pirsgirêka Kurd dibe. Dewleta Tirk û AKP divê vê yekê înkar nekin.”
Bayindir qala nîqaşên dawî yên têkildarî meseleya Kurd jî kir û got, “Çareseriya pirsgirêka Kurd bi naskirina statuya Rojava dibe. Ev bi hev dû ve girêdayî ne. Pirsgirêka Kurd herêmî û gerdûnî ye.”
MEHMET EMÎN AY: MODELA ROJAVA, MÎNA PEYMANA MEDÎNEYÊ YE
Mehmet Emîn Ay li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) axivî û got, “Modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mîna Peymana Medîneyê ye. Îro li Rojava hemû gel û bawerî bi nasnameyên xwe bi rengekî hevpar dijîn. Mafê ti kesê nîne ku êrîşî vê modelê bike, ev model hêviyê dide gelên bindest.”
Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî diyar kir ku bi zext û zordariyê pirsgirêk çareser nabin û destnîşan kir ku ev êrîşên li Rojhilata Navîn, dermirovî ne.
Alîkarê Serokatiya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Murat Daniş jî bal kişand ser girîngiya yekîtiya di navbera Kurdan de û got, roj roja yekîtiya neteweyî ye.
Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Partiya Kedê (EMEP) Umut Yegen jî ev tişt got: “Îmze têrê nake, divê em li her çar aliyan ji kedkarên Kurd û Tirk re bêjin. Em dizanin ku şertê esas ê aştiyê, bi têkoşînê dibe.”