Têketin û derketina 11 herêmên Şirnexê hatin qedexekirin
Dewleta Tirk têketin û derketina 11 herêmên Şirnexê ku di nav de çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî hene 15 rojan qedexe kir.
Dewleta Tirk têketin û derketina 11 herêmên Şirnexê ku di nav de çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî hene 15 rojan qedexe kir.
Dewleta Tirk çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî di nav de li 11 herêman qedexe îlan kir. Walîtiya Şirnexê ragihand ku têketin û derketina 11 herêman ji bo 15 rojan hatiye qedexekirin.
Herêmên hatine qedexekirin ev in: “Çiyayên Gabar, Cûdî, Besta, Kurt, Kelamemê, Donmezler, Kovankaya, Textreş, Încebel, Altin û Oymakaya."