Çalakvanek li Merîwanê hate binçavkirin
Li Merîwanê çalakvan Perwîn Edwayî hate binçavkirin û tê gotin, ti agahî jê nîne.
Li Merîwanê çalakvan Perwîn Edwayî hate binçavkirin û tê gotin, ti agahî jê nîne.
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyek de eşkere kir ku çalakvana bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin û birin cihek nediyar.
Komeleyê diyar kiriye ku di sala 2019’an de dadgeha Îranê bi tometa ‘çalakiyên li dijî ewlehiya nîştimanî û hevkariya li gel muxalefeta Îranê’ 4 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Li gor amarên Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, di sala borî de (2024) zêdetirî 586 kes li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin 30 ji wan jinin.