BI DÎMEN

Betûş: Careke din xiyanet li Êzidiyan hate kirin

Serokê Partiya Teqedim a Êzdiyan Seîd Betûş nerazîbûn nîşanî biryara Efûya Giştî ya Parlamenta Iraqê da û got, "Ev yek civakan dixe nava xeteriyên herî mezin. Weke civaka Êzidî em ê bi xwe çarenivîsa xwe bidin diyarkirin."

Serokê Partiya Teqedim a Êzdiyan Seîd Betûş di derbarê qanûn û biryarên ku ji parlementoya Iraqê derketine, ji ANF’ê re axivî û got, “Me qet hêvî nedikir ku Şiayên Iraqê wisa xiyanetê li Êzdiyan bikin.’’

Serokê Partiya Teqedim a Êzdiyan Seîd Betûş bal kişand ser partî û aliyên siyasî yên ku xwe weke dilsozên Êzdiyan didîtin û got: “Ji destpêka salê 2003’yan heya sala 2014’an partiyên Kurdî yên mîna PDK’ê xwe xwediyê civaka Êzidî didîtin, lê her kesî dît di dawiya dawî de xiyaneteke bi çi rengî li civaka me kirin. Îro bi heman rêbaz û senaryoyê partî û parlementerên Şîa jî xiyanet li civaka me kirin û xwe bi aliyên din re kirin yek û biryara Efûya Giştî hate dayîn.’’

Seîd Betûş anî ziman ku ew di fermanekê re derbas bûne, ferman hîna jî berdewam e û got, “Îro bi hezaran keç û jinên me hîna di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne û bi dehan gorên komî li ser axa Şengalê hene. Dewleta Iraqê ev yek dît û bi serde jî qanûna Efûya giştî û ya rewşa yasaya yekkesî pesend dike. Ev herdû biryar jî li dijî gel û civaka me ne. Îro pêwiste civaka me êdî li xwe vegere û xwe nas bike, êdî ji bindestiyê xwe rizgar bike û bibêje bes e.’’

Betûş da diyarkirin ku pêwiste civaka Êzidî xwe bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike û xwe bi tu aliyan ve girênede. Betûş got, “Di vê dema dawî de sê hêzên sereke yên Iraqê di parlementoyê de xwe kirine yek. PDK’ê bi hêza Şîa û Sunî biryara têkildarî mal û milkên Kurdan da qebûlkirin. Sunî jî bi qanûna Efûya giştî û ya Şîayan re jî li hev kirin. Yek ji van hêzan jî ti hurmet nîşanî civaka Êzidî neda û her behsa civaka Êzidî jî nehate kirin.”

Betûş di dawiya axaftina xwe de ev bang li hikûmeta Iraqê kir: “Ger ev biryarên ku di parlamentoyê de hatine girtin neyên betal kirin, em ê bang li civaka navdewletî bikin û bêjin ku her biryara di parlamentoya Iraqê de derketî di berjewendiya teror û DAÎŞ’ê de ne. Ev yek civakan dixe nava xeteriyên herî mezin. Weke civaka Êzidî em ê bi xwe çarenivîsa xwe bidin diyarkirin.’’