Ji Baroya Colemêrgê daxuyaniya têkildarî êşkenceyê

Baroya Colemêrgê têkildarî êşkenceya polîsan a li Geverê daxuyaniyek da û xwest lêpirsîneke xurt bê kirin.

Baroya Colemêrgê têkildarî êşkenceya polîsan a doh di serdegirtina malan a li navçeya Geverê ya Colemêrgê de pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroyê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi yek ji ciwanên êşkence lê hatibû kirin Mûstafa Bor re axivî ne û beyanên wî bi girtekê qeyd kirine. Baroyê da zanîn ku daxwaza rêvebirina lêpirsîneke bi bandor kirine û bang kir ku derbarê berpirsyaran de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin.

Baroyê destnîşan kir ku îşkence li dijî rûmeta mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin û wiha got: "Sûcdariya derbarê wan de çi bibe bila bibe li tu kesê bi tu awayî di tu astê de êşkence nikare bê kirin û mûameleya nebaş nikare bê kirin. Derbarê peywîrdarên ku vê dikin de divê demildest tişta pêwîst bê kirin. Em ji meqamên darazê daxwaz dikin ku li dijî îşkence, pêkanînên dijmirovahî û mûameleya nebaş û tundiyê lêpirsîneke bi bandor û lezgîn bimeşînin û sûcdaran ceza bikin. Em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em şopdarên pêvajoya hiqûqî ne."