Xelkê Mexmûrê 12 roj in nahêle wargeha wan bê dorpêçkirin

Berxwedana şêniyên Wargeha Mexmûrê ya li dijî dorpêçkirinê di roja 12'an de ye. Leşkerên Iraqê hîn jî li dora wargehê ne.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 12 rojin şev û roj li ber xwe dide. 12 roj in leşkerên Iraqê jî israr dikin û her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.

Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê doh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobedê girtin û heya niha ev berxwedan dewam dike.