Doza cînayeta Sîncar: Daxwaza girtina tetîkkêş Yildiz hate redkirin

Daxwaza girtina yek ji tetîkkêşên Hîzbûllahê Cîhan Yilidiz ku tetîkkêşê cînayeta Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar e hate redkirin.

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar di 4’ê îlona 1993’yan de ji bo lêkolînkirina cînayetên kiryarnediyar çûbû Êlihê û bi heman awayî hatibû qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Sîncar, rûniştina doza tetîkkêşê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz hate lidarxistin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo darizandina li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) biryara “Binpêkirina rêgeza darizandina adilane” dabû û li ser vê yekê tetîkkêş Yildiz hatibû berdan. Tetîkkêş Yildiz careke din hatibû darizandin û rûniştina doza wî hate lidarxistin. Rûniştin, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Tetîkkêş Yildiz bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li rûniştinê bû. Di rûniştinê de hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar û parêzerên malbatê Şaneşîn Aydin, Yunus Mûratakan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî amade bûn.

Parêzer Şaneşîn Aydin di rûniştinê de îfade da û bi bîr xist ku bi ser jinûvedarizandinê re 10 meh derbas bûn û wiha got: “Lê ev 10 rûniştinin tu darizandin nehatine kirin. Bi ser mirina Sîncar re 30 sal derbas bûn. Lê tu darizandin nehatin kirin. Bersûc li gel hinek kesên din cînayet kirine û li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê darizandin. Dadgeh jî vê dozê dike mijara sekinandina vê dozê. Ji ber vê sedemê jî di dosyayê de darizandinê nake. Heke mijara sekinandinê li pêşiya darizandinê astengî be, divê ev dosya bi doza li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran tê dîtin re were yekkirin. Divê şandeya dadgehê dev ji vê sedema sekinandinê berde.”

Di rûniştinê de dozger jî xwest ku kêmaniyên di dosyayê bên temamkirin.

Parêzerê malbatê Yûnûs Mûratakan jî got ku dadgehê di rûniştina berê de ji bo lêkolînkirina dosyaya il 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê dîtin muzekkere nivîsandibû lê belê dadgehê weke bersiv li şûna ku dosyayê bişîne, derheqê aqûbeta dosyayê de agahî da ye. Mûratakan xwest ku dosya were xwestin.

'TAKTÎKA JI BO NECEZAKIRINÊ’

Di berdewamê de Mûratakan wiha got: “Ji bo ku dosya bi necezakirinê bi dawî bibe, taktîkên tê bikaranîn. Pêşengê Hîzbûllahê Huseyîn Velîoglû di 17’ê Çileya 2000’an di serdegirtina Beykozê de hate kuştin, arşîva rêxistinê hate bidestxistin, di vê arşîvê de agahiyên ku Sîncar ji hêla Hîzbûllahê ve hatiye kuştin heye. Bi qasî tetîkkêşê cînayeta Sîncar, divê hêzên li pişt vî tetîkkêşî bên teşhîrkirin. Velî Kuçuk wiha digot; ‘Hîzbûllah, ji bo şikandina hêza leşkerî û siyasî ya PKK’ê hate avakirin.’ Di vê dozê de polîtîkayeke hiqûqî tê meşandin. Hêz û kesên hevkariya wan bi dewletê re hene tên parastin.”

Bi domdarî Mûratakan bal kişand ser cînayetên di demên dawî de ji hêla koma Seriyyeyên Şêx Seîd ên girêdayî Hîzbûllahê ve tên kirin û wiha pê de çû: “Sûcên ku vê rêxistinê kirine, bi çendek madeyan re bi necezakirinê biencam dibin. Ez dixwazim ku bersûc were girtin û di zûtirin demê de di dozê de biryar were dayîn.”

Dadgehê jî daxwaza girtina bersûc red kir û biryar da ku ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re muzekkere were nivîsandin ku ji bo lêkolînkirinê dosya were şandin. rûniştina dozê taloqî 17’ê Tîrmehê hate kirin.