Telebanî: Ji derveyî yekrêziyê rêyeke din nîne ku herêmê biparêze

Serokê YNK’ê Bafil Celal Telebanî di peyama salvegera 48’an a ji bo damezirandina YNK’ê de got: “Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin dibin. Ji derveyî yekrêzî rêyeke din nîne ku herêmê biparêze."

Serokê Yekîtiya Niştîman a Kurdistanê (YNK) Bafil Telebanî di salvegera 48’an a damezirandina YNK’ê de peyamek da û bal kişand ser metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê. 

Telebanî diyar kir ku divê divê ji bo çareseriya pirsgirêkan guftogo û nîqaşê esas bigirin xwe dûr bigirin li sepandinê û got: “Em bi hev re Kurdistanê ber bi siberojeke baş ve  bibin, jiyan û serfiraziya xelkê me xema me ya mezin be. Divê berjewendiyên partî û şexsî armancên me yên mezin ji bîra me nebe. Kurdistan di qonaxeke hestyar de derbas dibe, guherînên mezin dibin. Ji derveyî yekrêzî ti rêyeke din nîne zemînê mayîn û bihêzkirina serweriya herêmê biparêze.”

Telebanî anî ziman ku YNK tim xebat û pêşengtî ji bo hevkarî û karê hevpar ê ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê esas girtiye û got: “YNK’ê tim banga bihevrebûn û yekîtiyê kiriye. Ji ber ku li gorî me bihêzbûna me girêdayî bihevre bûn û yekdengiyê ye. Ji bo wê yekê ye ku hemû hewldan û daxwazên me li Bexda nûnertiya rastîn a xelkê herêmê û pêkanîna mafê hiqûqî bin. Li gel hevkarên xwe li Iraqê hewl daye ku derbaskirina astengî bûye û dewam jî dibin. Em dixwazin li ser bingehên hevpar ên rastîn, jiyana bi hev re bi hêz bikin, dahatûyeke baş ji bo xelk û welatê xwe misoger bikin.”