HPG: Artêşa Tirk a dagirker 133 caran êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi obus, hawan û tankan, 6 caran jî bi balafirên şer bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qaadên gerîla û qadên berxwedanê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li rojhilatê Zapê;

27'ê Gulanê saet di 06:30'î de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîdayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

Li rojavayê Zapê;

28'ê Gulanê saet di 13:50'î û 29'ê Gulanê saet di 11:30'î de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

Li herêma Metînayê;

28'ê Gulanê saet di 05:00 de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrîşan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

27, 28 û 29'ê Gulanê herêma Şehîd Şerîf a Xakurkê û rojavayê Zapê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23'ê Gulanê derdora Çemê Lolanê yê Xakurkê, Girê Cûdî û Girê FM'ê yên li rojavayê Zapê û qadên Çemço û Sîda yên li rojhilatê Zapê 127 caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.

Artêşa Tirk a dagirker 27'ê Gulanê êrîş birin ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê, bi kepçe û maşîneyên şikandinê hewl dide çeperan hilweşîne.

Artêşa Tirk a dagirker 27, 28'ê Gulanê êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê kir û hewl dide çeperan hilweşîne."