'Gel wê têkoşîna Sîncar her tim bimeşîne'

Rîska 'bihurîna demê' li ser dosya Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar heye, ku sala 1993'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin. Hevjîna wî Cîhan Sîncar got, "Dem di ser bibihure jî gel wê bêdeng nemîne û têkoşîna wî dewam bike."

Piştî ku tevgera siyasî ya Kurdi di salên 1990'î de bi pêş ket, dewleta Tirk hêzên xwe yên paramîlîter JÎTEM, Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) û Hîzbûllah bi ser Kurdan ve şand. Li naverastê gelek rojnamevan, doktor, parêzer, sendîkavan û siyasetmedarên Kurd hatin windakirin, bi êşkenceyê hatin qetilkirin. Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar yek ji wan bû.

Sîncar ku li Êlihê di sala 1993'an de hate qetilkirin, doza ji bo dîtin û darizandina kujeran 30 sal in dewam dike. Endamê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz yekane bersûcê dozê bû. Ji ber cînayetên din tenê 11 salan girtî ma. Bi pêvajoya jinûve darizandinê re hate berdan û darizandin hîn jî dewam dike. Qanûna 'bihurîna demê' ku di dema AKP'ê de hate amadekirin, dibe sedem ku doza Sîncar têk bibe.

HEVJÎNA WÎ JI ANF'Ê RE QALÊ KIR

Hevjîna Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar ji ANF'ê re hem qala têkoşîna hevjînê xwe kir, hem jî pêvajoya piştî qetilkirinê vegot.

Sîncar anî ziman ku hevjînê wî xwe weke Kurdekî nas dikir, bi berpirsyariyên xwe yên têkoşînê zanîbû û got, "Mehmet timî bi kevneşopiyên Kurd ên malbata xwe dijiya.  Yekî perwerdekirî bû û bi Kurdîtiya xwe li hev bû."

Sîncar ragihand ku pêşniyara ji bo parlamenteriyê ji bo tevkariya li têkoşîna gelê xwe qebûl kir û got, "Weke malbata wî me ew hişyar kiribû û jê re gotibû, 'Piştî ku tu bû wekîl, wê nehêlin tu bijî'. Wî jî ji me re gotibû, 'Heta ku emrê min têrê bike ez ê têbikoşim'. Ji xwe piştî ku bû wekîl, kete nava xeleka ji agir. Sîstema cerdevaniyê belav bûbû, dema şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar destpê kiribû. Mehmet li hemberî van kiryaran bêdeng nedima. Hîn jî notên wî yên li ser lêkolîna wê demê li malê ne."

DEMÎREL GOTIBÛ 'DEST JÊ BERDE'

Sîncar destnîşan kir ku hevjînê wê di rêya têkoşîna xwe de jiyana xwe ji dest da û qala dema qetilkirina wî kir: "Bavê hevjînê min hefteyekê girtî mabû. Ji bo Mehmet dest ji têkoşînê berde, yan jî nede dû karên qirêj ên dewletê hişyarî kiribûn. Bavê wî jî gotibû, kurê wî yekî mezin e û kare bi xwe biryarên xwe bide. Suleyman Demîrel bi xwe, demeke kurt beriya ku Mehmet bê qetilkirin ew vexwendibû odeya xwe û jê re gotibû, 'Nede dû cînayetên kiryar nediyar. Lêkolînkirina şewitandina gundan û bûyerên mîna wan ne karê te ye. Were em karên îhaleyê bidin te'. Ev pêşniyar gelekî bi zora Mehmet çûbû. Li ber diket û bi rojan digot, 'Çawa karin pêşniyareke bi vî rengî li min bikin'. Piştre jî di 1'ê Îlonê de dema ku Demîrel ji bo destpêkirina karê Civata Giştî hat Meclîsê, Mehmet ranebû bû ser piyan. Ji xwe piştî sê rojan jî hate qetilkirin."

KANAT Ê ÎTIRAFKAR, GEF LI SÎNCAR XWAR

Sîcar hevdîtina dawî ya rojek beriya qetilkirina hevjînê xwe bi bîr xist û got, "Diviyabû me bavê min bibiribûya nexweşxaneyê. Mehmet li min geriya, li rewşa wî pirsî. Wî got ku ew bi xwe jî Êlihê ye, sibe wê karê xwe biqedîne û roja din wê vegere. Ji xwe îtirafkar Alaattîn Kanat û yên pê re, piştî ku Mehmet û hevalên wî ji balafirê peya bûn pêşî lê birîn. Mehmet û hevalên wî wê tevlî merasîma cenazeyê endamekî partiyê bibûna ku beriya çend rojan hatibû qetilkirin, piştre jî wê serdana dikandaran bikira û vegeriya. Alaattîn Kanat û yên pê re li kolanekê Mehmet û hevalên wî asê kirin û li wan reşandin. Metîn Ozdemîr û Mehmet li wir qetil kirin. Haya min jê tune bû. Hevjîna Ahmet Turk xanim Mulkiye li min geriya. Got ku li Êlihê bûyerek qewimî ye. Min jî got Mehmet li wir e, lê wê vegere. Ji xwe piştre televîzyonan bûyer weşandin."

NEHIŞTIN KU BI DEH HEZARAN KES TEVLÎ BIBIN

Sîncar ragihand ku cenazeyê hevjînê wê hefteyekê hate rawestandin, dewletê destûr neda ku bi merasîmekê bê veşartin û got, "Gelê me ji bajarên Kurdistanê ji bo tevlî merasîma cenazeyê Mehmet bibe bi rê ket. Êşkence li gelê me kirin, birçî hiştin, girtin. Dewlet gelek caran li min û bavê hevjînê min geriya. Ji me xwestin ku em bi wan re tevbigerin. Me qebûl nekir, me ji wan re got ku cenaze yê me ye, yê gelê Kurd e. Rast e hevjînê min bû, bavê zarokên min bû, lê belê ewladê gelê xwe bû. Piştî ku hêvî ji me birîn, bi balafirê cenaze şandin Amedê, ji wir jî bi helîkoptereke leşkerî anîn leşkeriya li Qoserê. Piştre jî li bavê hevjînê min geriyan û gotin ku cenaze anîne. Bavê hevjînê min jî pirsî, 'Partiya kurê min, hevjîn, zarokên wî, gelê ku ji bo tevlî merasîmê bibe hatiye pê re ne?' Fermandar got 'Na'. Ji wan pirsî 'Hûn ê destûrê bidin ku gelê me yê bi rojane di rê de ye tevlî merasîma veşartinê bibe', fermandar careke din got 'Na'. Bavê hevjînê min got, 'Ew ne tenê kurê min e, ew ewladê gelê xwe ye' û pêşniyara wan red kir. Wan jî di zextê de israr kirin û nehiştin. Çend karkerên şaredariyê çûn ew veşartin."

RÎSKA 'BIHURÎNA DEMÊ'

Cîhan Sîncar qala pêvajoya doza Mehmet Sîncar kir û got, "Bi esasî bi salan dewam kir. Rêyên hiqûqî yên doza li Ewropayê jî qediya bûn. Piştî ku dosya Hîzbûllahê hate vekirin, bûyera Mehmet jî ji nû ve tevlî dosyayê hate kirin. Em malbat jî tevlî dosyayê bûn. Îro qala 'bihurîna demê' tê kirin. Çi dibe bila bibe Mehmet bi tîpên zêrîn cihê xwe di dilê gelê xwe de girtiye. Lewma dem di ser dozê re derbas bibe jî ev gel wê ti carî wî ji bîr neke, wê têkoşîna wî dewam bike. Ev cînayet bi destê dewletê hate kirin û ew ê hesab bide. Kengî bixwazin demê di ser re derbas bikin jî em gelekî welê ne ku bi têkoşîna wan bi rûmet bûne."