Li Mexmûrê îro roja 13'an a berxwedanê ye

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê 13 roj in li hemberî zext û dorpêçê li ber xwe didin. Leşkerên Iraqê hîn jî li dora wargehê ne.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û bircan ava bike. Ji roja destpêkê heya niha ango 13 rojin, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.

Xelkê wargehê 13 rojin şev û roj di nava berxwedanê dene, her wiha leşkerên Iraqê jî bi israre û 13 rojin her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de heya siharê nobedê girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan bigre. Di danê êvariya 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin û xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da. Di encama gulebarana Artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.