Federasyona Penaberan a Iraqê, dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kir

Federasyona Penaberan a Giştî ya Iraqê, dorpêçkirina Mexmûrê şermezar kir û got: ‘”Mirov bi eşkerehî dibîne ku ji bo xweşkirina dilê hikûmeta Tirk a faşîst, penaber wek navgîneke siyasî tên bikaranîn.”

Federasyona Seranserî Penaberan a Iraqê têkildarî hewldana artêşa Iraqê ya 20’ê Gulanê ve ku dixwaze dorî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigre daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 20’ê Gulanê artêşa Iraqê bi hêzeke leşkerî û wesayîtên zirxî bi ramanca danîna kule û têlkirinê êrîş bire ser Kampa Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û got: “Xelkê penaber ev yek red kir û çalakî kirin. Di encamê de alozî di navbera xelkê kampê û leşkerên Iraqê de derket û hejmarek ji welatiyan birîndar bûn.”

Di dewama daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev hewldana hêzên ewlekariyê yên Iraqê li ser xelkê sivîl û penaber ku ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a faşîst reviyane û nêzî 30 sal in, li vir dijî, li dijî hemû mafên navneteweyî yên penaberan û mafê penaberan e, tê wateya dijî mafê jiyan û parastina fîzîkî ya her mirovek ku destdirêjî li ser bê kirin.

Di daxuyaniya Federasyona Seranseerî Penaberan a Iraqê bal kişand ku ev ne yekem care ku êrîş li ser kampê tê kirin û ev agahî da: “Di dema borî de çend caran balafirên şer ên Tırk bombe li kampê barandine û dehan kes bûne qûrbanî. Ji derveyî van êrîşan jî DAÎŞ’ê jî çend carî êrîş kiriye. Li aliyê din hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê rê nade penaber derbasî Hewlêrê bibin.”

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Jiyan û debara xelkê kampê li ser karkirina li bajarê Hewlêrê bû. Ev yek tê wateya binpêkirina hiqûa rêxistinên navneteweyî yên penbaran û mafê penabertiyê tê binpêkirin. Dijî navendên çavdêriyên navneteweyî yên mafê mirovan in. Li aliyê din şûna bi erk û berpirsyariyên xwe rabin, xwe bêdeng kirine.

Em bi tundî vê hewldanê, êrîş û dorpêça li ser Mexmûr şermezar dikin. Em vekirî dibêjin ku penaber weke qerteke siyasî ji bo razîkirina dilê hikûmeta faşîst a Tirk tê bikaranîn.

Daxwaz ji saziyên Netweyên Yekbûyî, saziyên karûbarên penaberan dikin ku bi erka xwe ya berpirsyaretî rabin, parastina ewlehî û jiyana xelkê penaber pêk bînin, sînorekê ji bo destdirêjiyan re bigirin ku ewlehî û jiyana wan dixe metirsiyê.

Herî dawî bang li hemû saziyên civaka sivîl, pîşeyî û mirov û hemû aliyan dikin ku xwe ji parastina mafê mirovan û penaberan dizanin helwest û nerazîbûnên xwe li dijî vê hewldana nemirovî ya hikûmeta Iraqê nîşan bidin.”