Dengbêj Xelîl Mehmûd bûye çavkaniya moralê ya berxwedana Mexmûrê
Dengbêj Xelîl Mehmûd bi stran û dengê xwe yê xweş li konê berxwedanê yê Mexmûrê ku li dijî dorpêç, têl û xendekên Iraqê hatiye danîn, bûye çavkaniya hêz û moralê ya gel.
Dengbêj Xelîl Mehmûd bi stran û dengê xwe yê xweş li konê berxwedanê yê Mexmûrê ku li dijî dorpêç, têl û xendekên Iraqê hatiye danîn, bûye çavkaniya hêz û moralê ya gel.
Ji 20’ê Gulanê û vir ve artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û leşkeran hewl dide ku dor li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigire, li dijî vê ev 11 roj in xelkê Mexmûrê ji 7 salî heta 70’ê salî kon vedane û li ber xwe didin.
Di van du rojên dawî de, artêş hewl dide bîrên avê yên Mexmûrê bixe bin kontrolê û bi wî rengî zextê li xelkê Mexmûrê bike, li ber vê yekê bê navber berxwedan tê kirin.
Li nava berxwedanê mîna gelek nimûneyên hêjayî tê dîtin, yek ji van jî dengbêj Xelîl Mehmûd ku hem çalakvan û hem jî bi dengê xwe hêzê û moralê dide gel.
Dengbêj Xelîl Mehmûd ji gundê Hîlal a ser bi navçeya Qilaban a Şirnexê ye, ji salên 90’î ve ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker penaber bûye, li Mexmûrê dijî.
Dengbêj Mehmûd ê bi dengbêjî û hûnera xwe li hemû civat û govendan cihê xwe girtiye û yek ji endamê koma dengbêjî ya Mexmûr e, bûye yek ji çavkaniya moralê ya nobeda berxwedanê ya li Mexmû ku li dijî artêşa Iraqê ku dixwaze warê wan dorpêç û têl bike.
‘ZILMÊ Û ZORDARIYÊ LI ME DIKE’
Mehmûd diyar dike ku ji derveyî berxwedanê ti rêyek din wa nemaye. Ji derveyî vê wargehê em ciheke din ji bo xwe nabînin bi ewle û got: “Li nava kampê, piranî jin, zarok û extiyar in. Ev zilmê û zoriyê li me dikin.”
‘NE JIN, ZAROK Û EXTIYAR VÊ QEBÛL DIKE’
Dengbêj Xelîl Mehmûd bal kişand ser ambargo û dorpêçê jî û wiha pêde çû: “Ev nêzî 3-4 sal in ambargoyek li ser me heye, niha dixwazin bi vê yekê rewşa me girantir bikin. Em ji zarokan dipirsin, dibêjin ‘em qebûl nakin’, em ji jinan dipirsin dibêjin; ‘em qebûl nakin’ em ji zilam û extiyaran dipirsin dibêjin ‘em qebûl nakin’. Her kes tîne ziman ku vê yekê ser xwe qebûl nake. Me ti zilm li kesê nekiriye, me mal û milkê kesê nebiriye li ser bicih nebûne. Dewleta Iraqê bi xwe bih daye, gotiye ‘li vir bijî.’ Neteweyên Yekbûyî em bi xwe anîne vir bicih kirine. Heqê kesê nîne vê zorî û zehmetiyê li ser me bikin. Pir zoriyê ji bo me çêdikin. Em daxwaz ji mafê mirovan a cîhanê dikin ku li me bipirsin. Dawî li vê zilm û zordariyê bînin.”
Dengbêj Xelîl Mehmûd ê ji roja ewil a çalakiyê û heta niha li konê berxwedanê yê Mexmûr hatî danîn cihê xwe digire li aliyê din bi stranên xwe bûye çavkaniya moral ya ji bo xelkê Mexmûrê û got: “Ewqas vî gelî rezaletî û bûyer bi seran hatiye, dema ku em stran dibêjin; moralên wan ewqas xurt û bilind dibe ku mîna ku wehî ji bo wan bê bêje ku cinet ji bo we çêdike. Çiqas tengavî li ser bê, bi vî rengî moral û hêz digirin.”
‘JI BO ÇARESERIYÊ HER KES AMADE YE’
Mehmûd diyar kir ku em ji vê berxwedanê razîn e û baweriya me heye ku her kes ji bo rabûna tengasiyê amade ye.
Herî dawî dengbêj Xelîl Mehmûd bang li hûnermendên Kurd û her kesî kir ku bi zimanê xwe bistire û têkoşînê bike û got: “Hemû hunermend û kesayet bi yek dengî û tifaqî dengê xwe bilind bikin bêjin; ‘em ya li ser kampa Mexmûrê qebûl nakin’. Ev wargeh keda Serok Apo ye. Xwîna şehîdan hatiye avakirin. Divê her kes xwedî lê derkeve.
Di dawiyê de dengbêj Xelîl Mehmûd helbesta ‘he lêde lêde şervanê min, egîdê min lêde’ ji bo civatê got.