Li dijî dorpêçê ji her alî ve berxwedan!

Li konê berxwedanê yê li Mexmûrê, li aliyek berxwedan li aliyê din jiyana komînal a ji bo çalakvanan tê kirin. Li kon dayik ji bo çalakvanan rojane bi komînal xwarinê amade dike.

Ji 7 salî heta 70’ê salî 11 roj in xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî hewldana artêşa Iraqê ya bi wesayîtên zirxî û leşkerî dixwazin dor li Mexmûr bigirin û têl bikin, dewam e.

20’ê Gulanê artêşa Iraqê bi hejmarek zêde ya wesayîtên zirxî û leşker ve hewl da bikeve nava Kampa Mexmûrê û bi zorê têl û kuleyan danin. Van du rojên dawî artêşa Iraqê giranî dide ser herêma bîrên avê yên wargehê lê ne û dixwazin bixin bin kontrola xwe. 

Ji wê rojê heta îro xelkê Mexmûrê konê nobedê daniye û li ber vê hewldanê li ber xwe didin. 

Li aliyek berxwedan û li aliyeke din jiyana komînal a xelkê Mexmûrê careke din ruhê serketinê û serfiraziyê di dilan de dide çandin.

Komek dayikên li jêr konan ji bo çalakvanan xwarin amade dikin û hêviyên xwe yên serketinê tînin ziman.