Gundiyên ku hatin astengkirin rê li trafîkê girtin

Welatiyên Zivingê Şikaka ku ketina wan a eraziyê ji aliyê qeymeqam û leşkerên Tirk ve hatin astengkirin, rê li trafîkê girtin.

Şêniyên gundê Zivingê Şikakê yê Basa ya Şirnexê ku li herêma Çiyayê Gabarê ye 10 roj in nikarin biçin nav erdên xwe. Sercerdevan Mesut Oner nahêle welatî biçin erdên xwe, bi destûra leşkeran erdê welatiyan bi kirê dide û  darên daristanê dibire û difroşe. Sercerdevan Oner xizmê Mehmet Emîn Îlhan e ku axaftina wî ya telefonê bi Ahlam Albaşîr a ku bombevana Îstîklalê re eşkere bibû.

Welatiyên ku ev 10 roj in di ketina gund de tên astengkirin nerazîbûn nîşan dan û rêya bejahî ya ku diçe gund ji trafîkê re girtin. Welatî ku ji aliyê cendirmeyan ve hatin dorpêçkirin, dixwazin konteynirên ku bi xwe re anîne li ser erdên xwe bi cih bikin. Welatiyan xwestin rê li ber erdê wan neyê girtin û keyayê gund Mesut Oner dev ji birîna daran berde. Welatiyan diyar kirin ku heta daxwazên pêk were ew dest ji çalakiya xwe bernadin û ew ê rê li trafîkê venekin.