AKP’yiyan bi çekan êrîş kirin, polîsan temaşe kirin: Kesek hat qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

Serokê berê yê AKP’ê yê navçeya Rêya Armûşê Murat Beşenk û xizmên wî bi çekan êrîş birin ser mala cîranên xwe. Di êrîşê de kesek hat qetilkirin û yek jê bi giranî 4 kes birîndar bûn.

Li Taxa Şûşaniş ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Serokê berê yê AKP’ê yê navçeyê Murat Beşenk û xizmên wî bi çekan êrîş birin ser mala malbata Bîrîk. Di êrîşê de Goksel Bîrîk jiyana xwe ji dest da, Dogukan Bîrîk (23), Semîh Bîrîk (32), Mûstafa Bîrîk (16) û Yûsûf Bîrîk (17) birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneya bajêr tên dermankirin û rewşa Semîh Bîrîk giran e.

Hate hînbûn ku Murat Beşenk parêzvaniya Serokê AKP’ê yê navçeya Îpekyoluyê Yavuz Kuşan dike. Têkîldarî bûyerê kesek nehat destgîrkirin û cenazeyê Goksel Bîrlîk rakirin Saziya Tipa Edlî. Gelek polîs, TOMA û wesayitên destgîrkirinê sewqî Saziya Tipa Edlî hatiye kirin.

Li gorî şahidê bûyerê, dema ku AKP’yiyan bi çekan êrîşî malê kirine, 4 wesayitên zirxî yên bi tîpa Akrep li cihê bûyerê bûne. Li gorî şahidê dayika ku kurê wê di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye wiha gotiye, “Kurê min li ber çavên polîsan hat qetilkirin, ew nehiştiban wê kurê min nedimir”