Dewleta Tirk bombe li gundê Bokrîskanê barand: Jinek hate qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirker, gundê Bokrîskan ê Binarê Qendîlê bombe kir. Hate ragihandin ku di encama bombardûmanê de jinek hatiye qetilkirin, kesek jî birîndar bûye.

Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bombe li gundê Bokrîskan ê Binarê Qendîlê barand.

Bombardûman bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî 2 caran hate kirin.

Di encama vê bombardûmanê de ji şêniyên herêmê Mîrza Îbrahîm û Estî Mihemed birîndar bûn. Birîndar yekser rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ji birîndaran Estî Mihemed ya 50 salî ku bi giranî birîndar bû, di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Estî Mihemed birin Tipa Edlî ya Ranyayê.

Birîndarê din Mîrza Îbrahîm jî li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ye.