Doza Vartînîsê: Zarok hatin şewitandin

Parêzerên doza Vartînîsê diyar kirin ku ev doza her kesî ye û wiha gotin: "Şewitandina zarokan sûcê qirkirinê ye.”

Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajaroka Vartînîsê ya Têliya Mûşê ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes di mala hat şewitandin de jiyana xwe ji dest dan. Der barê kujeran de doz hat vekirin. Ji ber ku Dadgeha Bilind doz xera kir, doz ji hêla dadgehê ve dîsa hat dîtin. 18'emîn rûniştina doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hat dîtin.

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk a Mûş Sumeyye Boz, yê Agiriyê Sirri Sakik, ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Parêzer Ozgur Yaldiz û xizmên malbatê Nurullah Ogut û Murat Ogut di rûniştinê de amade bûn. Serokê Baroya Mûşê Parêzer Kadîr Karaçelîk û şahidê qetlîamê û yekane endama malbatê Aysel Ogut bi Pergala Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Li ser navê Navenda Hafizeyê û Komeleya Jiyan, Bîr û Azadiyê Ozan Devrîm Yay  rûniştin şopand.

Parêzer Fuat Ozgul diyar kir ku di sala 2006'an de ji bo lêkolînê destûr hatibû xwestin û 6 sal û 25 roj şûnde ev destûr hate dayîn û wiha got: "Divê ev 6 sal û 25 roj wekî derengmayîna  derbasbûna demê bê nirxandin."

Prz. Karaçelîk bi bîr xist ku raya giştî bi kelecanek li benda doza Vartînîsê bû û di dosyayên bi vî rengî de biryarên tirsnak hatin dayîn û wiha domand: “Doza Madimakê, doza Mûsa Anter û doza JÎTEM’ê bi hinceta derbasbûna demê hatin betalkirin. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Ji ber ku di bûyerên bi vî rengî de bûyerên bi vî rengî hene, em hewce dibînin ku vê yekê bînin ziman. Vartînîs dozeke giran a mafên mirovan e. Divê em di vê mijarê de vê teybetmendiyê bînin ziman. Di bûyera ku 9 kes hatin şewatin de, 7 jê zarok bûn. Dijminatiya vê ya taybetî tune bû. Pirsgirêka duyemîn jî ev bûyer di bin fermandariya fermandarê cendirmeyan yê ku xwedî rayeya bikaranîna hêza giştî ye derketiye holê.”

Prz. Karaçelîk bal kişand ser helwesta hiqûqa navneteweyî ya li hemberî dozên di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de tên lêkolînkirin û got, "Doza Vartînîs ne doza malbatê ye, doza her kesê ku li vî welatî dibêje ez mirovim e."

Parêzer Yaldiz jî got, “Şewitandina zarokan sûcê qirkirinê ye.” Serokê dadgehê diyar kir ku di nirxandina dawî de ew ê rîska derbasbûna demê were nirxandin û danişîn taloqî 1'ê Mijdarê kir.