Sara Goyî û Rûken Zelal li Mexmûrê hatin bîranîn

Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal ên li Mersînê di 26'ê Îlona 2022'an de çalakiya fedaî kirin û şehîd bûn, li Kampa Penaberan a Mexmûrê hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh bi şev Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku di şeva 26’ê Îlonê de li navçeya Mezîtlî ya li Mêrsînê, li dijî zextên li zindanan, komkujî û êrişên bi çekên kîmyawî yên li dijî gerîla tên bikaranîn, çalakiyeke fedayî kiribûn, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Saziya Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin. Beriya merasîm desptê bike di kesayeta Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtinin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Tevgera Jinên Ciwanan ên Mexmûrê Kajîn Ozek axivî û piştre jî li ser navê malbata Şehîd Sara Meta wê Cemîle Tong axivî.

Endama Tevgera Jinên Ciwanan ên Mexmûrê, Kajîn Ozek têkildarî têkoşîna Şehîd Sara Tolhildan û Rûken Zelal axivî û di kesayeta wan de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîranîn û got: “Em weke Jinên Ciwan yên vê wargehê û gelê welatparêz yê vê wargehê soz didin ku şopdarê rêya wan bin. Ji ber ku her hevalek yê me dema ji me vediqete bi baweriyek xurt li ser şopa wan bi meşin. Emê hertim di dilê xwe de bidin jiyîn.”

Her wiha li ser navê malbata Şehîd Sara Tolhildan jî meta wê Cemîle Tong axivî û destpêkê tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîranî û wiha peyîvî: “Şehîd ne tenê şehîda me ye, şehîda we tevaye. Ez şahadeta wan destpêkê li Rêber Apo, rêhevalên wan yên di kozik û çeperan de li ber xwe didin, bi taybet ez li dayîkên şehîdan pîroz dikim. Mirov li ser şehîdan çiqas bêje gotin têrê nake, serê me bi şahadeta Şehîd Sara heta dawî bilinde.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna wan hatibû amadekirin hatin nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.