Sabrî Ok: Divê têkoşîna li dijî komployê bê bilindkirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê jî mîna şûrê Damokles li ser serê Kurdan tê hejandin û got ku divê têkoşîna li dijî vê yekê mezin bibe.

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok ji ANF’ê re axivî. Ok, xwest ku Komploya 9'ê Cotmehê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi çalakiyên hîn bi bandor û radîkal were şermezarkirin û got: "Divê ciwan, jin, ji heft salî heta heftê salî û hemû beşên civakê li dijî tecrîdê xwedî helwest bin. Divê ji hêzên komploger hesab bê pirsîn ku wekî li Rojava û Şengalê divê her tim 9’ê Cotmehê di bîra wan de be û hesabeke wisa bê pirsîn ku careke din qala wê nekin. Divê zanibin ku ew sûcdar in û berpirsyar in. Li ser vê bingehê divê Komploya 9'ê Cotmehê bibe sedema hişyarbûn, jinûveavabûn û ya herî girîng jî bibe sedema çalakiyên mutleq."

Hevpeyvîna me ya bi endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok re wiha ye:

31 meh in ti hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye kirin û ti agahî jê nayê girtin. Di sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de çi diqewime? Gelo ti agahî gihiştine ber destê we?

Li Îmraliyê çi diqewime, derbarê tenduristî û ewlehiya Rêber Apo nêzî 3 sal in ne parêzer, ne malbat û ne jî weke partî ti agahiya me tune ye. Ev yek jî nîşa dide ku hêzên ku komploya navneteweyî pêk anîn û sîstema Îmraliyê ava kirin, hîna di komployê de israr dikin. Weke ku me gelek caran diyar kirî, li Îmraliyê disîplîn û sîstemek wisa hatiye avakirin ku ti tişt bi serê xwe çênabe. Kom û mejiyek taybet heye li sîstema Îmraliyê bi rê ve dibe. Wezîfeya vê komê ew e ku qirkirina Kurdan li Îmraliyê temam bikin. Di vî warî de tişta li Îmraliyê tê kirin ne hiqûq e, bi temamî polîkaya qirkirinê ye. Ji xwe armanca avakirina sîstema Îmraliyê jî ev e. Yan ti şîroveke din a vê tune ye ku Rêber Apo nêzî 3 sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bi ‘sûcê dîsîplînê’ henekê xwe bi nirx û psîkolojiya gelê Kurd, bi hiqûq, demokrasî û mafên mirovan dikin. Mirovek ku tenê li girav û hucreyekê de bê girtin, dê çawa sûcê dîsîplînê bike. Mirovek ku jê re hatiye qedexekirin ku name binivîse û têkîliyê bi derve re çêke û nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, wê çawa sûcekî dîsîplînê bike. Encama ku mirov ji vir derxîne, ev e: Li Îmraliyê pêkanînek pir alî, xwedî gelek rêbaz û pir derexlaqî heye; têkoşînek dijwar didome. Têkoşîn îdeolojîk e, derûnî ye, îradeyî ye û polîtîk e. Eger mirov hîn zelaltir diyar bike, dewleta Tirk a qirker li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê polîtîkayek e hilweşandinê pêk tîne. Xwest destpêkê vê yekê li Îmraliyê bi ser bixe, lê nekarî. Rêber Apo tevî hemû zextên giran, li ber xwe da û polîtîkaya hilweşandinê pûç kir. Hêrsa mezin a dewleta Tirk a qirker ji vê yekê ye. Her wiha divê bê zanîn ku dewleta Tirk dewleteke bi gir û nefret e. Suleyman Demîrel ji bo Rêber Apo wiha gotibû, ‘Kesê herî mezin ku di sê sedsalên dawî de bûyî bela serê dewleta Tirk’. Dema em vê yekê berovajî bikin û hîn rasttir binirxînin, eşkere ye ku Rêber Apo ji bo bawerî, çand û gel şansê herî mezin ê sê sedsalên dawî ye ku li Tirkiye û Kurdistanê bi rengekî azad û demokratîk bijîn. Eger dewletek kesayetekî mîna Rêber Apo weke xeteriya herî mezin a sê sedsalan bibîne, ti tişt nîn e ku neke. Ji xwe hemû tiştê ku dike, ji ber vê yekê ye. Lê Rêber Apo êdî ne kesek e; bi milyonan kes e, jin û ciwanên berxwedêr e, gelên Rojhilata Navîn e, dengê hemû mirovahiya têkoşer e.

Li Qada Navneteweyî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê derketin; ev xwedî derketineke mezin e. Sendîkayên ku li çar aliyên cîhanê kar û xebat dimeşînin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga azadiyê dikin. Her wiha ji gelek welatên cîhanê bi tevlîbûna hunermend, siyasetmedar û akademîsyenan li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi navê “Sefaretxaneya cîhaneke nû: Kurdistan” di merasîmên hunerî, çandî û siyasî de fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin. Divê mirov vê xwedî derketina li qada navneteweyî, çawa binirxîne?

Rast e, di demên dawî de li qada navneteweyî ji bo Rêber Apo xwedî derketinek mezin heye. Bi taybetî sendîkayên karkeran ên Îngilistan, Îtalya û Fransayê pêşengiyê ji vê yekê re kirine. Beriya çend rojan sendîkayên navneteweyî yên li Brezîlyayê kom bûn, di kongreya xwe de ji bo azadiya Abdullah Ocalan biryar dan. Ev biryar pir bi nirx û watedar e. Dîsa di serî de Îtalya, konser, konferans, meş û mîtîngên ji bo azadiya Abdullah Ocalan jî hatine kirin pir bi nirx in. Herî dawî li Swîsreyê paradîgmaya û nêrînên Rêber Apo hatin nîqaşkirin. Bi vê wesîleyê di serî de kongreya sendîkayên navneteweyî ya li Brezîlyayê hatî kirin, hunermendên ku ji bo azadiya Rêber Apo konser lidar xistin û her kesê ku herî dawî di merasîmên hunerî, çandî û siyasî yên li Swîsreyê de paradîgmaya Rêber Apo nîqaş kirine, bi dil û rêzdarî silav dikim. Divê mirov vê yekê bizane; îro ji bo jiyanê çiqas pêwîstiya mirov bi nan û av heye, di her derfetê de çiqasî pêwîstiya wî/ê bi demokrasî û azadiyê heye bi têkoşînê datîne holê. Ji ber ku mirovahî dibîne ku modernîteya kapîtalîst cîhan wisa lê kiriye ku mirov nikare lê bijî. Ne pêkan e ku li dijî vê yekê lêgerîna zanebûnê, hêrs û têkoşînê nebe. Yan mirov divê ji mirovahiya xwe guman bike. Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîst ku navê hemû xirabiyan e, paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk pêş xist û ji bo ronîkirin û zanebûna mirov rolekî mezin lîst. Bi paradîgmaya modernîteya demokratîk a pêş xistî, ji birçîtiya îdeolojiyên mezin ên mirovahiyê re bû bersiv. Ya rast ew e ku qasî pradîgma û nêrînên Rêber Apo tên xwendin, nîqaşkirin, belavkirin û fêmkirin, xwedî hêzekî bandorkirinê ye. Ji bo vê yekê her kesê ku xwedî li îdeolojî, nêrîn û felsefeya Rêber Apo derdikeve, divê têkildarî vê yekê gelek bixebite û bi mirovahiyê bide têgihandin. Em divê mîna Hewariyên Îsa, timî nêrînên Rêber Apo bigihînin mirovan, civakan, çandan û bi taybetî jî bigihînin jin û ciwanên ku ji bo azadiyê rabûne ser piyan. Ti kes nîn e ku Rêber Apo xwendî û piştre jê bandor nebûyî. Beriya niha hevalek qal dikir; ji Rahîbekê daxwaz kiribû ku ji bo Rêber Apo gotarekî binivîse. Rahîb diyar kiribû ku PKK tevgereke sosyalîst e, ji kevneşopiya komunîstê ye, lewma ji tevgera me hez nake. Piştre li ser israra hevalan wiha got, wê demê çend ji pirtûkên Rêber Apo bînin, ez bixwînim û piştre wê lê binêrim. Rahîp diyar kir ku piştî Rêber Apo xwendî pir bandor bû û ev tişt ji hevalan re got, “Ev mirov ji vê cîhanê re zêde ye. Ev cîhan nikare vî mirovê mezin rake.” Sedemekê girîng ê ku hemû kesên antî kapîtalîst, antî desthilatdariyê û yên alîgirên ked, azadî û civakbûnê ev qas xurt xwedî li Rêber Apo derdikevin ew e ku xwe, jiyanên xwe, xeyalên xwe û pêşeroja xwe di fikir û nêrînên Rêber Apo de dibînin. Lewma em ji Efrîqayê heta Emerîkaya Latîn bigirin, li her aliyê cîhanê bi milyonan kes xwedî li Rêber Apo derdikevin. Bi dehan sendîka ku li giştî cîhanê bi milyonan endamên wan hene, mirovên zanyar, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend xwedî li Rêber Apo derdikevin û nêrînên wî dipejirînin. Ev yek jî nîşa dike ku Rêber Apo bi îdeolojî, paradîgma û fikrên xwe êdî ji mirovahiyê re bûye mal. Lewma dê hîn zêdetir xwedî lê were derketin.

Divê gelê Kurd û siyaseta li qada navneteweyî çalakiyên xwedîderketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa binirxîne? Ji bo ku ev çalakî bigihin armancên xwe divê çi bê kirin?

Pêwîste pirsgirêka Kurd û diyalektîka wê baş were zanîn. Zagona diyalektîkê ye; Her tişt jî berovajiyê xwe diafirîne. Tişta ku ez dixwazim li vir diyar bikim ev e; Dibe ku tu pirsgirêk bi qasî pirsgirêka Kurd aloz, piralî û bi zehmetî çareser nebe. Ji bo çareser kirina pirsgirêkeke bi vî rengî kesayetek weke Rêber Apo pêwîst bû. Ji xwe Rêber Apo jî der barê pirsgirêka Kurd û çareseriya wê de wiha dibêje: “Dema ku min cesaret kir ku li ser rastiya kurdayetiyê bisekinim, min her tim bandora van rastiyan hîs kir. Min xwest ez wê bi zanistê vebêjim, ku min digot qey rêbaza ravekirina herî guncaw e. Ravekirin têrê nekir, min xwest siyasetê bikim. Ew jî têr nekir, min şer kir. Ew jî ne bes bû, min ji bo aştiyê gav avêt. Ew jî min kir nekir negirt. Van hemûyan îspat kir ku rewşa îroyîn a rastiya civakî ya Kurd çiqasî xerab e.” Bi vê yekê re Rêber Apo ne nepêkanîna çareseriyê ne, zehmetiya çareseriyê û cidiyeta ku divê bê nîşandan nîşan dide. Dewleta Tirk vê yekê baş dizane. Ji bo vê jî konsepta îmhaya berfireh li ser Rêber Apo pêk tîne û ji bo ku fikr û dengê wî li derve dernekevin her tiştî dike. Kurd û sîyaseta Kurd bi rastî jî pir sade ye, divê berovajî ya dewleta Tirk a qirker bike, divê berovajî fikrên wê lêhûr bibe. Ger dewleta Tirk a qirker Rêber Apo weke belaya sê sedsalên dawî dibîne, divê gelê Kurd û siyaseta wê Rêber Apo weke destkeftiyeke dîrokî ya mezin bibîne.

Divê baş bê zanîn ku pirsgirêka Kurd mîna çarseriya pirsgirêkên bi heman rengî li ti devera cîhanê nayê çareserkirin. Pirsgirêka kurd a nenormal ancax bi rêberekî ku di ser asta asayî re be û ji hemû pîvanên asayî û naverast derketibû, çareser dibû. Rêber Apo Rêberek e ku bi vê nakokiyê hatiye afirandin. Ji ber vê yekê divê Kurd û siyaseta Kurd beriya her tiştî bi rastî bipirse ka Rêber Apo nûnertiya çi dike, xwedî kesayetek çawa ye û bê Rêber Apo jiyaneke demokratîk, azad û bi rûmet pêkan e yan na. Ger bêyî Rêber Apo ev ne pêkanin, wê demê divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her tişt bê gotin. Divê gelê Kurd û siyaseta Kurd ji vê yekê dûr nekeve. Weke gel û tevger divê em pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ruhê seferberiya tevahî bimeşînin. Divê em têkoşînê di asta îdeolojîk, rêxistinî, propaganda û ajitasyon de mezin bikin.

Mînak kongreya sendîkayên cîhanê ya herî dawî li Brezîlyayê pêk hat, biryarek girt û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir. Weke partî me di daxuyaniya xwe de diyar kir ku em vê biryarê silav dikin. Lê diviyabû tenê bi vê yekê sînordar nebûya. Ji ber ew pir girîng e. Platformek, kongreyeke ku xwedî bi milyonan endam e. Diviyabû çapemeniya me bi van sendîkayan re hevpeyvîn bikira û di televizyonan de bername çêkiriba. Ji bo biba rojeveke taybet diviyabû xebateke bikira. Her wiha li Îtalya û gelek welatên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konferans û konser hatin lidarxistin. Divê çapemenî van konferans û konseran paşê niqaş bikira û bername çêkiriba. Eşkere ye ku divê em di van mijaran de bêtir afirîner bin. Ji ber ku her têkoşînek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo me hem jiyanî ye hem jî têkoşîna herî bi rûmet e. Ji bo vê jî pêwîstî bi rêxistinbûnê heye. Ji sazî û dezgehên me yên pêwendîdar bigire heta gel û dostên xwe bi giştî divê em di vê mijarê de timî di nav lêhûrbûn û lêgerînê de bin. Ez ji dil bawer dikim ku, eger em bi armancê tam bên girêdan, demê baş binirxînin, li ku û çawa serkeftin dibe baş plan bikin, xwe bigihînin her kesî û her kesî seferber bikin, bi perspektif û disîplîn tevgerin, wê ev pêvajo bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve tacîdar bibe. Ger ev yek pêk were, bertek û çalakiyên ku li Kurdistan û cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo geş dibin, teqez wê bigihê armanca xwe.

Di rojên pêş de 25’emîn salvegera komploya 9’ê Cotmeha 1998’an e. Di vê sala 26’an a komployê de divê çi bê kirin?

Beriya her tiştî ez Rêber Apo ku 31 meh in agahî jê nayê girtin, bi rêzdarî silav dikim. Di şexsê M. Halît Oral, Selamet Menteş, Aynûr Artan, Ahmet Yildirim û Sema Yuce de ku li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li zindanan, li qadên din ên têkoşînê bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir, di şexsê şehîdên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê de ku di vê pêvajoya herî giran a têkoşîna me ya azadiyê ya 50 salên dawî de bi ruhê fedaî li ber xwe dan û şehîd bûn, şehîdên têkoşîna me hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, sozê didin ku ji bo bîranîna wan em ê armancên wan teqez bi ser bixînin.

Hêzên modernîteya kapîtalîst bi komploya navneteweyî ya ku 25 sal berê li dijî Rêber Apo pêk anîn, rastî hewldana polîtîkaya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn hatin kirin. Rêber Apo û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di pozîsyoneke bibandor de bûn ku divê di siyaseta Rojhilata Navîn de were dîtin û li ber çavan bê girtin. Yan wê bi çareseriya pirsgirêka Kurd a di pêşengiya PKK’ê de Rojhilata Navîn demokratîk bibûya, yan jî bi çi riyê dibe bila bibe wê destûr nedabana vê yekê. Komploya navneteweyî hinekî jî ji ber vê sedemê pêk hat. Gelek kes hebûn ku hesab dikirin ku piştî komployê wê PKK’ê tasfiye bibe û pirsgirêka Kurd tine bibe. Di rastiyê de gelek derdor û kom bi gelek lêgerîn û têkoşînê xwestin pêvajoyê bi leztir bikin. Lê bi ser neketin. Ji xwe nekarîn Rêber Apo bêbandor bikin û PKK’ê tasfiye bikin, her wiha Rêber Apo li Îmraliyê teqîneke zîhnî pêk anî û paradîgmaya modernîteya demokratîk a ku şiyarbûna mirovahiyê li dijî modernîteya kapîtalîst pêk anî, amade kir. Rêbertî ji ber vê got pêvajoya Îmraliyê 'jidayikbûna min a sêyemîn.' PKK’ê jî bi têkoşîna xwe gihiştiye pozîsyoneke ku bandorê li pêşketin û hevsengiyên li Tirkiye û Rojhilata Navîn dike û carinan jî di rewşa diyarker de ye.

Hostetiya din a mezin a serdestan jî rakirina hafizeya dîrokî ya gelan e. Ji ber ku ne yê dîrokê çêdikin, yên ku dîrokê dinivîsînin her tim ew bûne. Bi Komploya 9’ê Cotmehê re xwestin hemû tiştên li ser navê Kurd û Kurdistanê qewimîn bi dawî bibe. Yên ku bawerî, vîn û armanca wan têra vê nekir û li gorî wê tevnagerin serî li rêyên din dan. Lê yên ku bi hevrêtî û dilsozî dimeşin, tevî berdêlên giran jî têkoşîna xwe didomînin. Niha hem dîrokê dinivîsin û hem jî dîrokê çêdikin. Pêwîst e ku ev yek were zanîn; Heta ku Rêber Apo azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe, wê her tim komplo û neçarseriya pirsgirêka Kurd dewam bike. Di vê wateyê de teqez ev 25 sal in em bi hêzên komploger re di her astê de di nava têkoşîneke dijwar de ne. Çi bikin bila bikin, PKK’ê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin û têkoşîna gelê Kurd a şiyar bûye û li ber xwe daye, wê ti carî neyê rawestandin. Ev hemû zehmetî êşên zayîna azadiyê ne. Baweriya PKK’ê û gelê Kurd bi vê yekê heye. Dîroka 9’ê Cotmehê bi israr di aliyên cuda de tê birin û tîne bîra Kurdan.

Helbet ne tesaduf e ku dewleta Tirk a dagirker-qirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de pêngava dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê da destpêkirin. Peyama ku tê xwestin bi vê yekê were dayîn ev e ku di şexsê Rêber Apo de komploya navneteweyî ya li dijî Kurdan didome. Ger DYA û hêzên Koalîsyonê li hemberî dewleta Tirk a dagirker helwesteke zelal nîşan bidana, ne pêkan bû ku dewleta Tirk a qirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest bi dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê bike. Hêzên navneteweyî ne bi pêşîgirtina dewleta Tirk a dagirker, bi cesaretê piştgirî dan dewleta Tirk û piştî demekê ji dewleta Tirk a dagirker xwestin ku êdî pêşde neçe. Bê guman ji bo berjewendiyên xwe ev yek kirin. Yanî DYA, YE, Rûsya û hêzên din ên ku parçeyek ji komploya navneteweyî ne, di dagirkirina Efrînê an jî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de rol lîstin û bi xwe jî piştgirî dan Komara Tirkiyeyê. Bi vê yekê dewleta Tirk dema Rêber Apo hate dîl girtin peyama “Çawa ku hêzên navneteweyî ji bo wê piştgirî da min, niha jî hêzên navneteweyî li dijî şoreşa Rojava piştgiriyê didin min" da. Ji ber vê yekê komplo berdewam dike. Weke ku tê zanîn li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî peymanek bi tevlîbûna PDK, Iraq, NY û dewleta Tirk hate ferzkirin. Dîroka vê ferzkirinê jî 9’ê Cotmeha 2020’an e. Yek ji van ne jî ne tesaduf e. Mebesta wan ew e ku komploya 9'ê Cotmehê mîna şûrê Damokles li ser stûyê Kurdan e. Ya rast jî ev e. Wê demê divê gelê me li çar aliyên Kurdistanê, li derveyî welat û li her derê li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê bi berxwedana herî mezin ya demê nîşan bide. Ne tenê civîn, komxebat û konferans, meş, mîtîng û hwd. divê şêweyên çalakî û nerazîbûnên radîkal ên bi bandortir werin pêşxistin. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê divê komploya 9’ê Cotmehê cuda were pêşwazîkirin. Divê ciwan, jin ji hemû pêkhateyan, ji heftê heta heftêyî her kes wê rojê komploya navneteweyî protesto bikin û bibin xwedî helwest.

Divê hesabekî welê ji komplogeran bê pirsîn ku dubarekirina kiryarên li Rojava û Şengalê li aliyekî, nikaribin careke din 9'ê Cotmehê jî bi bîr bînin. Divê bizanibin ku ew sûcdar in û berpirsyar in. Di vê wateyê de divê komploya 9’ê Cotmehê bibe sedema hişyarbûn, xwe avakirin û ya herî girîng jî her tim di nava çalakiyê de bûn be.

Polîtîkaya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li ser bingeha tirs û berberîbûnê, kir ku civaka Tirkiyeyê nikaribe bêhnê bistîne. Eger qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê li welatekî din biqewime, dê qiyamet rabe. Lê li Tirkiyeyê deng tune ye. Çima rewşeke wiha tê jiyîn? Hûn helwesta muxalefet, sosyalîst û demokratên li Tirkiyê di vê mijarê de çawa dinirxînin?

Rast e ku Tirk ji berê ve dewletparêz in. Gelekê bi qasî Tirkan dewlet ava kiribin û bêyî dewlet tu nekariye bijî nîn e. Lê mixelefeta mirî ya heyî ya li Tirkiyeyê û ravekirina her tiştî bi ‘dewlet nebe nabe’  ne rast e. Divê pêşîn mirov bi rastîniya AKP’ê û kesayeta T. Erdogan baş bizane. Encameke vekirina rê li ber xeta Fethûllah Gulen e piştî derbeya 12’ê Îlonê. Jixwe ji hingê ve siyaseta rastgir a Îslamîparêz hikum li siyaseta Tirkiyeyê dike. Mirov dikare ji vê re bibêje Îslama siyasî jî. AKP û Erdogan bêyî guman proje bûn. Şaredartiya Stenbolê ya T. Erdogan, bi pişt re wek fîgurekê siyasî danîna wî li ber Erbakan û projeya Projeya Rojhilata Navîn a Mezin; ji van diyar dibe ku T. Erdogan yekê çawa ye. Hewila derbeya 15’ê Tîrmehê ku T. Erdogan ji bo wê got ‘Dana Xwedê ye’. Artêş, burokrasî, dewlet û T. Erdogan li hev kir. Îslamîparêzên siyasî, kemalîstên klasîkî, Avrasîparêz tev hatin bal hev. T. Erdogan şûrê van ê li dijî PKK’ê û ew kes bû ku xwedêgiravî li dijî Fethûllah Gulen tê dikoşiya. Yên herî pir siûd ji vê girt T. Erdogan û AKP ne ku xwe xist nava dewletê û rastînîya AKP’ê ya dewleta îroyîn e. Hemû armanca wan bi vê, rakirin Tevgera Azadiyê ji holê, di qirkirina siyasî de gihîştina encamê bû ku li Îmraliyê da destpêkirin. Her tişt rewa bû ji wê boneyê. Wê aborî û siyaseta Tirkiyeyê li wê gorê diyar bibûna. Wisa jî bû. Lê çi kir, bi ser neketin. Berovajiyê wê, îro Tirkiye bi temamî ketiye nava ritamê û tê de asê bûye. Îtbariya siyasî û baweriya pê, di warê navneteweyî de hema bibêje nemaye. Di aboriyê de ketiye, birçîbûn, xizanî û betalî tu car wiha zêde nebûne. Ya rast ew e ku li dijî desthilata AKP-MHP’ê tu çareserî pê nabe û bi her awayî pirsgirêkên wê hene, mirov bertekeke civakî ya xurt bi rêxistin bike.

Lê belê ji ber rewşa muxalefetê divê ji AKP’ê re bê gotin helal be. Em wisa difikirin ku li cîhanê tevî ewqas pirsgirêkan li ti welatekî bi qasî Tirkiyeyê bêpirsgirêk û bi rehetî nayê birêvebirin. Ji ber ku muxalefet nîne. Ji xwe Tevgera Azadiyê û gelê Kurd di rewşa domdar a berxwedanê de ne. Eşkere ye ku hêzên sosyalîst ên şoreşger ên Tirkiyeyê hê jî bi têra xwe rêxistinî nebûn ku muxalefeteke civakî ya radîkal pêş bixin. Lê şert û merc di asteke mezin de rê dide. Di pêvajoyek wiha destdayî û têr derfet de, divê teqez hêzên demokratîk, çep û sosyalîst rolê xwe bilîzin. Divê di her firsendê de bi civakê re entegre bibe û her pirsgirêk bibe sedemê têkoşînê. Nexwe li Tirkiyeyê tu muxalefetek din ne pêkane ku çêbe. Bê guman CHP û partiyên din ên desthilatdariyê bi hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê re hevparê sûcê ne. Ji ber vê yekê ku T. Erdogan û Bahçelî Tirkiye bi rihetî û bêyî pirsgirêk birêve dibin. Muxalefeta CHP’ê û partiyên din ên desthilatdariyê bi hikûmetê re ne, yanî bi faşîzma AKP’ê re di nava hevkariyê de ne.

Çend sal berê li Urdinê 25 an jî 50 quruş bihayê nan hate zêdekirin. Li dijî vê gelê Urdunê yekser rabûn ser piyan û bertek nîşan dan û dewlet neçar ma ku bihabûna nan dîsa kêm bike. Gotin di cih de be li Tirkiyê her roj civak rastî zerer û ziyanan tê. Lê tevî vê yekê jî tu muxalefetek ku derkeve û nerazîbûn nîşan bide nîne. Muxalefeta ku CHP’ê pêşengiya wê dike, ne li dijî bihabûna rojane, ne li dijî karkerên ji kar hatine derxistin, ne jî li dijî birçîbûn û feqîriyê tu bertekên civakî pêş nexistine. Heta bi xwe gotin bila danekevin kolanan. Lewma li Tirkiyeyê muxalefet nîne. Muxalefeteke ku behsa pirsgirêka Kurd neke û ji têkoşîna demokrasî û azadiyê û ji berdêl dayînê ditirse, muxalefeteke derewîn e. Avantaja herî mezin a faşîzma AKP-MHP’ê ev e. Lê bê guman dê bi vî rengî berdewam neke. Divê were zanîn ku di pêvajoyek ku li aliyekê siyaseta demokratîk a Kurd û tevgera demokratîk a şoreşger li Tirkiyeyê pêş dikeve û ji aliyê din ve civak li ber xwe dide de, dibe ku geşedanên girîng rû bidin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yê Medyayê berdewam in. Li dijî van polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên berpêyî Kurdan, berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê berxwedaneke dîrokî ye. Li dijî van êrîşan li çar aliyên welêt û li Ewropayê helwesta Kurdan, siyaseta legal a Kurdan û partiyên Kurd tu çawa dinirxînî?

Şerê me li dijî dewleta Tirk a dagirker, ne bi tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, lê li çar aliyên Kurdistanê, li çi cihê Kurd hebin bi siyasî, leşkerî, derûnî û exlaqî berdewam e. Ev şerekê bi tevahî ye. Dewleta Tirk a qirker bi taybetî heşt salên dawîn bi hemû hêza xwe bêyî sekin êrîşan dike. Diyar e ku vî şerî bi piştgiriya NATO, hêzên herêmê û hevkarên Kurd, dike. Hemû rezerv û potansiyela Tirkiyeyê, hêza aborî û siyasî li vî şerî tê xerckirin. Avantaja endambûna NATO’yê, cihê xwe yê jeopolîtîkî û jeostratejîkî jî bi kar tîne û bêyî tu rêgez, pîvanên mirovî û exlaqî şer dike, hiqûqa şer dixe nav dest û pêyan. Li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bombeyên termobarîk û çekên kîmyewî bi kar tîne. Çi heyf e ku dinya, hêzên Ewropayê û yên navneteweyî tevî van sûcên giran ên şer ên dewleta Tirk, dengê xwe nakin.

Dewleta Tirk a qirker, armanc ew e ku planê xwe yê pelişandinê pêk bîne. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo jixwe ji wê boneyê ye. Ji xeynî rakirina PKK’ê û Gerîlayên Azadî Kurdistanê ji holê, li tu tiştî nafikire. Dixwaze bawer bike ku wê vê pêk bîne û dikevin hewila qanihkirina civakê û hêzên navneteweyî jî. Berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a faşîst ku çekên kîmyewî û her teknîkê bi kar tîne, bi rastî niwaze ye. Artêşa Tirk a dagirker ku hêza herî mezin a duyemîn a NATO’yê ye, bi hemû hêz û derfteta xwe bûye seferber û êrîşan dike, nekarî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi paş ve bibe.

Sê sal in şerekê dijwar li Zap, Avaşîn, Metina Xakurkê û derên din ê Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam e. Nexwe artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê negihîştiye encameke bi dilê xwe. Lê di cihan de asê bûye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hêj jî dikarin çalakiyan li dar bixin, berxwedana wan bi rê û rêbazên nû berdewam e.  Lê divê mirov bi vê jî bizane ku ev berxwedan, berxwedana herî zor û di heman demê de ya herî bi heybet a 50 salên têkoşîna me ye. Şer bi tevahî ye. Aborî, siyasî, derûnî û bi her awayî ye. Gelê me, rêxistin û saziyên welatparêz û şoreşger divê li gor şerê bi şoreşgerî yê gel miheqeq tê bikoşin. Nexwe neheqî ye ku mirov hemû pirsgirêk têkoşînê deyne ser milên gerîlayan û ne rast e. Ya rast, aliyê herî pir dijmin jê ditirse serhildana şerê gel ê bi şoreşgerî ye. Ditirse ku li Kurdistanê û bajarên mezin ciwan û jinên Kurd jiyanê li wan bikin jehr. Dewleta Tirk a qirker-mêtinger, divê newêre ku bi rûmet, roja pêş a Kurdan bilîze. Li Wanê bi dehan leşker û cerdevana dest dirêjê jineke Kurd kiriye. Jin û ciwanên Kurd tên revandin, bi êşkence û zorê sîxurtî û guhbelî li wan tê ferzkirin. Li her bajarê Kurdistanê hema bibêje her roj zarokek di bin panzer û paletên tankan de tên perçiqandin û kuştin. Fihûş û tiryak wek awayekê şer ê herî xeternak ê şerê taybet bi dizî bi pêş ve tên birin. Ji ber ku Kurd serî hil didin van hemûyan dikin hincet. Divê Kurd bifikirin; tu zarokek heye ku li bajarên Tirkiyeyê bi panzerê hatibe kuştin?  Li cihekê Tirkiyeyê bi dehan leşker û çeteyan dest dirêjê jinekê kiriye? Ev li Kurdistanê dibin. Bi rûmeta Kurdan dilîzin da ku Kurd xwe kêm bibînin. Nabe ku mirov xwe li ber van kirinan ker bike. Roja zarokekê/e Kurd di bin panzerê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, divê hemû siyaseta demokratîk a legal, hemû parlamenter û hilbijartina biçûna Şirnexê. Jin, ciwan, hemû sazî û dezgehên demokratîk ên legal miheqeq rabûna ser pêyan, qiyamet rakira. Jinek ku destê dirêjê wê hat kirin divê serhildan çê bibûya. Yê/a di vî warî de bi rolê xwe ranabe, bertek nîşan nede, serî hil nede; kî be jî ji ruhê pêvajoyê qetiyayî ye û hay ji xeterî û fersendan nîn e. Pêvajo bi rastî gelek krîtîk e. Divê tu kes ne rehet û aram be. Têkildarê tenduristî û ewlehiyê tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, şer pir dijwar e tu sedem nîn e ku Kurd rehet û aram bin. Gelekê wiha divê ji rehetiyê bitirse. Divê têkoşîn û serhildan her hebin. Siyaseta demokratîk a legal divê sûcên artêşa Tirk a dagirker her roj deyne holê, protesto bike, di asta neteweyî û navneteweyî de tê bikoşe.

Gelê me yê li Ewropayê, hem ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, hem berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê û têkoşîna li dijî şerê taybet a li ser Kurdan tê pêkanîn, divê Kurd têkoşîna xwe geş bikin, Kurd divê xwe bigihînin hemû derdorên nerêxistinkirî û birêxistinbûna xwe geş bikin, bi gelên din re dostaniyeke baş bi gelên din re deynin û bikin ku derdorên civakî ku têkiliya wan bi hev re heye, tev bigerin.

Ji Efrînê bigire ta bi Başûrê Kurdistanê, hêza zext û erîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdan rewa dike PDK ye. Hûn nirxandina vê rewşa PDK’ê çawa dikin? Rastiyeke wiha ya PDK’ê ku heye û partî û rêxistinên Kurdan helwest nîşan nadin, wê Kurd yekitiya xwe ya neteweyî çawa ava bikin?

Vê gotina Kurdan ku ji berê ve heye tê gotin: ‘’Kurmê darê ne ji darê be, dar narize.’’ Di nava hemû civakan de miheqeq yên ji nasnameya xwe bi dûr dikevin, berjewendiya xwe di ser ya nasnameya neteweyî re dibînin û dibin hevkar hene. Lê ev di nava Kurdan de pir diyar e. Jixwe armanca bi vê gotina dîrokî jî ev e. Niha jî wisa ye. Em li dijî dewleta Tirk a qirker li her derê tê dikoşin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatine dagirkirin. Bi dehan baregehên leşkerî yên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Bi balafirên biçek ên bimirov û bêmirov û yên şer her roj Başûr û Rojavayê Kurdistanê tên bombekirin. Xwezaya Kurdistanê û mirov tên qetilkirin. Li dijî hêzeke wiha ya qirker çi tevgereke bi navê Kurd hebe diyar e ku divê bi helwesteke çawa rabibe. Helwesta PDK’ê, bipêşvebirina têkiliyan bi dewleta Tirk a qirker re ye. Nexwe wê dewleta Tirk a dagirker, qirker ji ber sûcên ku li Efrînê kirine-dike wê teqez li dadgehên navteweyî bi sûcê şer bê darizandin. Lê ji ber helwesta hin komên xwedêgiravî Kurd ên bi PDK’ê re ku dagirkerî û qirkerî li Efrînê rewa dikin, dike ku ev zor bibe. Li Başûrê Kurdistanê jî rewş heman e. Ne ji ber helwesta PDK’ê bûye heta bi niha wê artêşa Tirk a qirker wê teqez li ber gerîla têk biçûya. Ya dihêle dijmin bêhna xwe bistîne, PDK ye. Kurdistanî divê yê rastiyê bibînin û bizanin. Her roj keçên û xortên Kurd li çiyayên Kurdistanê bi balafirên şer dibin şehîd. Çawa têkilî bi hêzeke wiha re ku dijminê Kurdan e tê danîn û piştgirî tê kirin? Di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistanê, divê hemû gelê me vê baş bide ber pirsan û bizane. Rewnak û kesên Kurd, partî û kom divê vê helbet bibînin, bi helwest rabibin li ber. Nexwe siûda dijmin ji vê digire, gelek e.

Mijar ku bibe pirsgirêka yekitiya neteweyî Kurd a rast, bi qasê Kurdan tu gel bi gel û erdnîgarî parçe û dabeş nebûye. Ji wê boneyê Kurd ji her kesî bêhtir hewceyê yekitiya neteweyî ne. Ji berê ve ji vê polîtîkaya li ser Kurdistanê re ‘parçe û dabeş bike û bi rê ve bibe’ hatiye gotin. Ev polîtîka berdewam e. Mirov ku li dinyayê dinihêre, DYE wek ku ji navê wê jî diyar e, welatekê federal e. Yekitiya Ewropayê heye. Yekitiya Efrîkayê heye. Yekitiya Ereban heye. Civata Dewletên Serbixwe li Rûsyayê heye. Bi tenê Kurd ku herî pir parçe û dabeş bûne, dûrê vê yekitiyê ne. Yekitiya neteweyî pir pêwist e. Yekitiyeke neteweyî ya li çar aliyên Kurdistanê hemû partî û kom tev lê bibin, divê bêrî, xewn û xeyala herî mezin a Kurdan be. Lê wisa xuya ye ku di rewşa heyî de yekitiyeke wiha dijwar e. Nexwe ji bo çêbûna xerca yekitiya neteweyî bi kes û kom û partiyan re ku li ser xeta welatparêziyê bên hev, avêtina gavên pêwist li ser vî esasî ya herî rast û pêkan e. Em partî di vî warî de her tim bi fedakarî û perspektîfa herî berefeh tev geriyane. Ji niha û pê ve jî wê sekina me ya li ser esasê yekitiya neteweyî ya berdewam be. Em ê têkoşîna xwe di hemû waran de ji bo parastina destkeftiyên Kurdan geş bikin.