Şervanê jiyana azad: Botan

Botan ku li dijî dijmin bêtirs şer dikir, wê êdî xem nexwaribûya. Mîna ku di zarokatiyê de dixwest, bûbû şervanê gelê xwe. Di her firsendê de derb li dijmin dixist, lewma ji zûdeyî bûbû qehreman.

Dema ku mirov ji dil lê binihêre, hingî xewn û xeyal ciwan dimînin. Xewn û xeyalên Botan jî mîna xwe ciwan û pak bûn. Ji aliyê fîzîkî ve hîn mezin nebûbû jî di xeyalên xwe de mezin bûbû, bûbû lehengekî gelê xwe. Di her çîrokên lehengiyê de yên ku lê guhdarî dikir, ew di rola sereke de bû. Yekane xeyala wî bû ku bibe qehremanê gelê xwe, weke şervanekî navê xwe li dîrokê binivîsîne. Dibe ku biçûk bû lê belê dilê wî mîna xeyalên wî mezin bû. Bi qasî xeyalên xwe bû. Wê nebûbûya yekî din. Wê nebûya karmendek ku sîstemê lê ferz dikir. Wê serî li ber zilma zalim netewandibûya. Wê bibûya dengê gelê xwe. Wê bibûya şervanê heqîqetê.

DILÊ WÎ BI AGIRÊ TOLHILDANÊ DAGIRTÎ BÛ

Botan Amed bi navê xwe yê rastî Ahmet Yener li bajarê qedîm ê Kurdistanê li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Salên ku Botan lê mezin bû hîn jî bi bandora komploya 15'ê Sibata 1999'an bû. Di wê demê de ku êşên giran ên komployê hebûn, her zarokên ji dayik dibûn ji bo hilanîna tolê mezin dibûn.

Botan jî bi têgihiştineke bi vî rengî mezin bû, dilê xwe bi agirê tolhilanê tijî bû. Herî zêde ji wan şevan hez dikir ku dîrok lê dihatin vegotin. Çûbû dibisitanê lê belê yên ku herî zêde ew ber bi xwebûnê ve dibir ew kêlî bûn. Ji ber ku li dibistanan qala wî nedikir. Berevajî, dibistanan ew yanî dîroka wî mîna nezantiyê nîşan didan. Dîroka Botan hatibû berevajîkirin. Her ku mezin dibû hîn bêhtir pê dihesiya. Bi taybetî destan û çîrokên lehengiyê yên jê re dihatin vegotin bala wî dikişandin. Çima destanên ku qala rastiyê dikirin bi rengekî veşartî dihatin vegotin? Ya ku dihate vegotin parçeyek ji dîroka mirovahiyê bû.

BIRYAR LI SER JIYANA BI RÛMET DA

Nakokiyên ku gav bi gav pê re mezin dibûn, bûn sedem ku bikeve nava lêgerînên nû. Rastiya sîstemê êdî dîtibû. Sîstem ji bo wî dereweke mezin bû. Her ku rewşa gelê xwe didît, hîn bêhtir hêrs dibû. Ne tenê li hemberî dijmin, di heman demê de li hemberî Kurdê ku rastî û hebûna xwe înkar dike bi hêrs bû. Wê jiyaneke bi vî rengî ti carî qebûl nekiribûya, nebûya ew mirov ku xiyanetê li gelê xwe dike, hebûna xwe înkar dike. Ji ber vê yekê jî hîn di wî temenê xwe yê ciwantiyê de biryar dabû ku bibe şervanekî qehreman ê gelê xwe, ji bo vê jî ketibû nava lêgerînê. Ji bilî PKK'ê bersiva li van lêgerînên xwe li cihekî din peyda nedikir. Xalên wî yên ku di salên 1980 û 1990'î de şehîd ketin, biraziyê wî yê ku sala 2011!'an tevlî bû û jiyaneke bi rûmet tercîh kir, kir ku ew jî li ser şopa wan bimeşe. Û sala 2015'an ji bo karibe têkoşîna xwe bigihîne asta herî bilind berê xwe da xaka azad.

BI TÊGIHIŞTINA ŞOREŞÊ TEVLÎ BÛ

Ji Şengalê heta bi Rojava, ji Rojava heta bi çiyê rêwîtiyeke dûr û dirêj a şoreşê ji bo Botan destpê kiribû. Piştî ku perwerdeya xwe ya bi bingehîn qedand, ji bo karibe ji aliyê leşkerî ve xwe bi pêş ve bibe tevlî Akademiya Mehmet Goyî bû.

Tevî ku hîn du sal derbas bûbûn, zû bi pêş ket û bi kesayetiya xwe ya çalak li gelek qadên têkoşînê bi pêş ve çû. Di demeke kurt de şareza bû û bi mîsyona pêşengiyê rabû. Tevî ku ciwan bû her wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî. Wezîfe ji rêzê nedidît. Her wezîfeya ku xizmetê ji şoreşê re dike ji bo xwe girîng didît. Lewma jî di kar û pratîkê de cidî bû. Ji xwe têkçûn jî ti carî qebûl nedikir. Bicihanîna wezîfeya herî biçûk jî ji bo wî derbeke mezin bû ku li dijmin bê xistin. Dema ku mijar xizmeta ji bo şoreşê bû ew timî li pêş bû. Û bi vî rengî dijmin têk biribû. Têkçûn ti carî qebûl nekir û rê neda têkçûnê.

KÊFXWEŞIYA XWEGIHANDINA ÇIYÊ

Botan piştî ku demekê li Rojava pratîk kir, berê xwe da navenda têkoşînê. Armanca xwe ew bû ku têkoşînê hîn mezin bike li çiyê ku bingeha azadiyê ye xwe ji nû ve biafirîne. Timî dixwest xwe bigihîne çiyê, lewma dema ku gava destpêkê li çiyê avê gelekî bi kelecanî bû. Bi her awayî kêfxweş bûbû ku dema xwe gihand çiyê. Mîna ku roj di dilê wî de hilhatibû. Kenê wî jî bi qasî dilê xwe ronahî dabû her derê. Bi kedê xwe ji nû ve ava kiribû. Hîn bûbû ku ji nava bêderfetiyan derfetê, ji nebûnê hebûnê biafirîne. Yanî Botan li çiyê hîn bi îrade, hîn bi biryar bûbû. Herî zêde hîn bûbû ku biryarên xurt armancan pêk tîne. Ji ber vê yekê jî zanîbû ku bi fedaîtiyê dikare bigihêje armanca xwe. Bi vê têgihiştinê pêşniyar kir û tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Li vir tevlî perwerdeya bingehîn bû û êdî bi her awayî berê xwe da armanca xwe. Bi taybetî giranî da ser kûrbûna li azadiya fîzîkî ya Rêbertî û ji xwe re kir armanca bingehîn. Ji bo xwe bigihîne armanca xwe jî li her qada jiyanê xwe amade kir ku tevlîbûneke çalak bike.

BI QEHREMANÎ TEVLÎ NAVA KARWANÊ NEMIRAN BÛ

Botan ku li dijî dijmin bêtirs şer dikir, wê êdî xem nexwaribûya. Mîna ku di zarokatiyê de dixwest, bûbû şervanê gelê xwe. Di her firsendê de derb li dijmin dixist, lewma ji zûdeyî bûbû qehreman. Botan ku di dilê hevrêyên xwe de bû qehreman, bûbû qehremanê gelê xwe. Li gel êrîşên dijmin jî li qada giran a şer ti carî moralê wî neket. Her darbeya ku li dijmin xist ew bi gaveke din nêzî serketinê kir.

Li eniya herî pêş bi erka fermandariyê rabû bû. Hem hevrêyên xwe diparast hem jî bi çalakiyan bûbû tirs di dilê dijmin de. Di roza azadiyê de heta kêliya dawî jî li pêş bû. Her fîşeka ji divinga wî dihate avêtin ne tenê li bedena dijmin diket, di heman demê de li mejiyê dijmin jî diket. Û Botan destanên bi vî rengî yên lehengiyê li pey xwe hişt û tevlî karwanê nemiran bû.