Li Qoserê 2 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibehê di serdegirtina malan de polîsên Tirk 2 kes destgîr kirin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê serê sibehê di serdegirtina malan de polîsên Tirk 2 kes destgîr kirin.
Li gorî agahiyan serê sibehê li Qoserê li gelek malan serdegirtin hate kirin. Di serdegirtinan de herî kêm 2 kes hatin destgîrkirin ku hinceta destgîrkirina wan nehate eşkerekirin.
Li navçeya Stewrê jî 3 kesên 26'ê Îlonê hatin destgîrkirin, hatin berdan.