Li gundê Bana yê dorpêçkirî serdegirtina malan
Li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ku bi mehan e ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dorpêçkirin, serdegirtin li gelek malan hate kirin.
Li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê ku bi mehan e ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye dorpêçkirin, serdegirtin li gelek malan hate kirin.
Gundê Bana du meh û nîv e ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Walîtiyê di 15'ê Îlonê de hin herêmên li bejahiya gund ji bo 15 rojan li çûn û hatinê qedexe kiribû.
Gundî ji ber qedexeyê bi rojan e nikarin biçin bax û baxçeyên xwe. Li gund sibeha Pêncşemê serdegirtin li gelek malan hate kirin û hate ragihandin ku serdegirtin dewam dike.