KCK: Hevrê Seyîd şoreşgerekî mezin bû

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Hevrê Seyîd şoreşgerekî mezin bû ku bi sekn û jiyana xwe nîşan da ku rêya fêhmkirina heqîqetê jiyîn û yekbûna bi wê re ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Li Mûsilê ji ber şewata li saloneke dawetê zêdeyî sed mirovî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Vê bûyera bi êş û giran em gelekî êşandiye. Bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane be, serê malbat û xizmên wan sax be. Em şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Em êşa xelkê Mûsilê û gelê Iraqê parve dikin, sersaxiyê dixwazin."

Di daxuyaniya KCK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"Ji pêşengên tevgera Çapemeniya Azad Demokratîk hevalê Seyîd Evran şehîd bû. Di serî de Tevgera Çapemeniya Azad Demokratîk gelê Kurdistanê û saziyên demokratîk hevalê Seyîd Evran bi bîr tînin. Hevrê Seyîd şoreşgerekî mezin bû ku bi sekn û jiyana xwe nîşan da ku rêya fêhmkirina heqîqetê jiyîn û yekbûna bi wê re ye. Di şexsê wî de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û soza serketinê dubare dikin, ku me dane şehîdan.

DEWLETA TIRK ÇIQASÎ ÊRÎŞ BIKE JÎ WÊ NIKARIBE XELKÊ QENDÎLÊ YÊ LEHENG BITEPISÎNE

Di encama êrîşên dewleta Tirk a mêtinger qirker de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Yek ji wan deveran jî Qendîl e. Herî dawî bi balafirên bombardûmanê êrîş li ser gundên Enzê û Bokrîskanê hate kirin. Di êrîşa li ser gundê Enzê de bombe li wesayiteke gundiyan hate barandin. Di encama êrîşa li ser gundê Bokrîskanê jî gundiyek şehîd bû, hinek jî birîndar bûn. Em sersaxiyê ji xizmên şehîd û xelkê Qendîlê re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin. Dewleta Tirk bi vê komkujiyê careke din ispat kir ku yekane armanca xwe kuştina Kurdan e. Em van êrîş û komkujiyan bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku xwedî li xelkê Qendîlê derkevin, li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk helwesteke xurt nîşan bidin. Dewleta Tirk ji hebûna xelkê Qendîlê gelekî aciz e, lewma bi taybetî êrîşî Qendîlê dike. Ji ber ku xelkê Qendîlê dest ji helwesta xwe ya welatparêziyê bernade, bi êrîşan dixwaze wan têk bibe. Dewleta Tirk a faşîst mêtinger qirker çiqasî êrîş bike jî wê nikaribe xelkê Qendîlê yê leheng bitepisîne."