Li Amedê bi girseyî serdana şîna Seyîd Evran hate kirin

Li Amedê bi girseyî serdana şîna Seyîd Evran ku di encama nexweşiya dil de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû, hate kirin.

Kedkarê Çapemeniya Azad nivîskar-rojnameger Seyît Evran di 22’yê îlonê de li nexweşxaneyeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû. Malbata Evran, şîna xwe li mala xwe ya li navçeya Hênê ya Amedê danî. Şandeyeke ku ji endamên Komeleya Alîkarî, Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER), Komeleya Alimên Olê ya Amedê, Dayikên Aştiyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED DER), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çepên Kesk û ji gelek kesan pêk dihat çûn serdana şîna Evran. Di şînê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Di şînê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û wiha got: “Cenazeyên vî gelî di qutiyan de radestî malbatên wan tên kirin. Êşkenceyê li cenazeyên me dikin. Îro li Hênê deriyên hemû malên şînê hatine girtin û ev yek sepanekî dermirovî ye. Tişta tê kirin derexlaqî ye, êşkence ye.”

Bi domdarî Bayindir got ku dê meşa xwe ya li ser rêya Evran bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Di şexsê Seyît Evran de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em vê êşkenceya li cenazeyan tê kirin qebûl nakin. Ev dewlet, ne dîn, ne nîjad û ne jî tu tiştekî nas nake. Ji xwe re dibêjin; ‘em misilman in’ lê tu îşaretên misilmantiyê di wan de xuya nakin. Heta ku gelê me azad dibe dê ev têkoşîn bidome.”